Ev hunera dîrokî di roja me de ji ber pir nayê tercîhkirin gav bi gav ber bi winda bûnê ve diçe. Li taxa 19 Mayis a Êlihê welatiyê bi navê Mihyedin Aydin (46) hosteyê hunera destan a berik û sicadeyan ligel pêşketina hemû fabrîqe û teknolojiyê li ber xwe dide bi destên xwe ya bi huner cardin balê dikişîne ser vê pîşeyê.
Aydin di 15 saliya xwe de dest bi karê xemilandina berik û sicadeyan kiriye. Aydin bi çêkirina berik û sicadeyan debara mala xwe dike. Berikên ku bi destên hosteyan tên xemilandin ji aliyê jinan ve gelek tên ecibandin û ji berhemên fabrîqayan zêdetir tên tercîhkirin. Dayikên ku keç û xortên xwe dizewicînin ji bo cihêza bûk û zavayan berê xwe didin atolyeya Aydin. Aydin diyar kir ku tu carî devt ji kevneşopiya bav û kalê xwe bernade û destûr nede ku winda bibe. Aydin li ser karê ku dike rawestiya û anî ziman ku bi keyfxweşiyeke mezin karê xwe dike û ev tişt got: “Di herêmê de derfetên kar pir tune ye. Her wiha ev karê ku ez dikim jî ji karê taşeroniyê çêtir e.”
Mihyedîn Aydin derbirî ku bi piranî jin ji derdora gundên Êlihê tên cem wî berik û sicadeyan didin çêkirin û wiha axivî: “Ji tayên xwe ji min re tînin û dixwazin ku ev ji bo wan berikan çêkim. Gelek caran jî ew ta ji xwe re tînin û çêdikim. Berik û sicadeyên çêdikim datînim dikanan. Bi gorî tê gotin gel gelek daxwaz dike. Ev ji bi coş û kêfxweşiyek mezin dide min bi kelecanekî diçim ser karê xwe.”
ÊLIH