
Hostayên mişar, kêr û dasan Muhammet Cengîz û Rojbîn ku li bazara kevin a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê karê hesinkariyê dike, tevî zor û zehmetiyên giran jî bi biryardarî xwedî li pîşeyê xwe derdikevin.
Karê çêkirina mişar, das û kêr ku pîşeyê pêşiyan e, di roja me de pirr nayê tercîhkirin. Lewma gav bi gav ber bi nemanê ve diçe. Ji ber bipêşketina teknolojiyê jî ev kar di rewşeke xetere de ye. Li Bazara Hesinkariyê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, hostayên vî pîşeyî bi biryardarî xwedî li karê xwe derdikevin. Hosteyên ku vî karî ji bavê xwe fêr bûne û dixwazin vî pîşeyî bidomînin, diyar kirin ku ew ê heta dawiya jiyana xwe li ber xwe bidin karê bav û kalan bidomînin.
‘Em dixwazin pîşeyê xwe bidomînin’
Hosteyê bi navê Muhamet Cengîz (23) diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve ew vî sinetî dike û wiha axivî: “Ev qederê 7 salan e, ez vî karî dikim. Ev kar ji bav û bapîrên me weke mîrate ji bo me maye. Em dixwazin vî pîşeyî bidomînin. Em mişar, kêr û dasan çêdikin. Di nava rojê de zêdetirî 10-15 mişaran çêdikin. Bihayê mişar, kêr û dasan li gorî sala bihurî gelek kêm bûye. Bihayê wan di nava 10 û 20 TL de tê guhertin. Lê belê ji ber krîza aborî ya li welêt em gelekî zehmetiyan dikişînin.”
Bi hesinkariya debara malê
Hosteyên hesinkariyê Rojbîn Cengîz (33) di zarokatiya xwe de dest bi karê hesînkariyê dike û wiha qala karê xwe dike: “Ev 80 sal in, em weke malbat vî karî dikin û em ji bav û kalên xwe fêr bûne. Ji bo vî karî heskirin û sebreke mezin divê. Di serê sibehê heta êvarî em tên dikanê û bi karê hesinkariyê ve xerik dibin. Bi çêkirina mişar, das û kêran em debara mala xwe dikin.”
Cengîz li ser krîza aboriyê ya li welat jî got: “Ji bo esnaf ji vê krîzê derkeve divê destpêkê Rewşa Awarte ji holê rabe. Tekane sedema krîzê polîtîkayên AKP û Rewşa Awarte ye.”
OMER ÎKE / ANF / WAN