Kesên li ber avahiya HDP’ê rûniştine, êrişî welatiyên ku tên partiyê dikin. Yek ji van kesan jî Celîl Begdaş e. Begdaş ê li ber partiyê rûnişt di Şaredariya Rezanê de kar danê. Lê karê wî ew e ku kî bê partiyê an jî ji partiyê derkeve êrişî wan dike.
Wezareta Karê Navxweyî ya dewleta Tirk bi komeke taybet hin kes qaneh kirine û wan danîne ber avahiya HDP’a Amedê. Lê belê ev kesên li ber partiyê rûniştine, êrişî welatî û rojnamevanên tên partiyê dikin.
Ji van kesên ku derpêş dikin ”bi zorê zarokên wan birine çiyê”, ên ji derveyî bajêr hatibûn piranî jê berê xwe dan bajarên xwe. Ên ku malên wan li Amedê ne jî her diçe êrişkar dibin. Ev kesên her roj li gor saeteke diyarkirî berê xwe didin ber HDP’ê û çapemeniya nêzî îqtidarê ji wan re dibêje bêjin ”em zarokên xwe dixwazin”, êdî tim êrişî welatî û rojnamevanên tên partiyê dikin. Herî dawî ji van kesan yek jê şûşeyeke cemedê avêt E.Y.’yê 55 salî û ji ber vê pozê E.Y. deriziye.
Êdî êrişên van kesan bûne tiştekî asayî û ber partiyê jî hema bêje bûye qereqola polîsan. Lê belê gava van kesên li ber partiyê rûniştine êrişî kesên tên partiyê dikin û heqaretê li wan dikin polîs jî tenê temaşe dike û parêzvaniya wan dike.
MA/AMED