AZADÎ e.V. giliyê hikûmeta federal a Elman kir di şexsê wezareta karê hundir û saziya wê ya îstîxbaratê de û xwest navê wê ji raporên îstîxbaratê bê derxistin û belavkirina raporên navên wê hildana jî bê qedexekirin.
Komeleya alîkariya hiqûqî ji bo Kurdistaniyên li Ewrûpayê AZADÎ e.V. li dijî di nava rêxistinên radîkal de bi cihkirina navê xwe di rapora Saziya Parastina Destûrê (Îstîxbarata navxwe ya Elman) de doz li wezareta karê hundir a federal a Elmanyayê vekir. Rûniştina dozê wê sibe saet 10´an li Dadgeha Îdarî ya Berlînê çêbe.
Komeleya AZADÎ e.V. komeleyeke alîkariya hiqûqî ye û fermî jî hatiye qebûlkirin, li ser dozê û sedemên wê daxuyaniyek da. Tevî ku karê wê alîkariya hiqûqî ye jî di raporên saziya îstîxbarata Elman a par û pêrar de di nava strukturên wê bên şopandin de cihê xwe girtibû di beşa "Hewldanên radîkal û ên ji ewlekariyê re tehlûke ne yên biyaniyan (Îslamîzm ne tê de)".
Desteka hiqûqî û baldarkirin
Cara yekê sala 2015´an AZADÎ e.V.´ê di rapora îstîxbarata Elman de cih girtibû. Ji hingê ve her sal di raporên sîtîxbaratê de navê AZADÎ e.V.yê tê nivîsandin. AZADÎ e.V. di nava daneyên strukturel ên girîng ên derbarê objeyên tên şopandin de weke rêxistineke ser bi PKK´ê ve tê nîşandan.
Sedema vê jî li gorî saziya îstîxbaratê ew e ku AZADÎ e.V. destekê dide wan kesan ku li Elmanyayê ji ber karê xwe yê ji bo PKK´ê ketine ber taqîba cezaî û edlî. Di nava sedeman de karên komeleyî yên weke, alîkariya madî bi girtina ser xwe ya mesrefên parêzer û mesrefên dozê ya wan kesan ku ji ber qedexeya PKK´ê tên dadgehkirin.
Wekî din di nava sedeman de rapora îstîxbaratê dibêje, AZADÎ e.V. destekê dide wan kesên ku li gorî §129b ya qanûna ceza ya Elman bi tohmeta endametiya rêxistineke biyanî ya terorîst di hepsê de ne; ev destek jî çi ye, alîkariy pere û abonetiya rojnameyan.
AZADÎ e.V. doza xwe li dijî di raporê nivîsandina navê wê bire ber dadgeriyê. Cara pêşî wê giliyê xwe li dijî wezareta karê hundir a federal Hezîrana 2015´an da dadgeha îdarî ya Berlînê. Wê bi vê xwest ku di raporê de bicihkirina wê weke bîla sedem û neheq bê dîtin, lewma ev bi her rengî dibe sedema xitimandina siyasî ya karên wê û encamên wê yên elaqedarî hiqûqa bacê jî ji bo wê hene. AZADÎ e.V. di giliyê xwe de dibêje, di raporan de hildana navê wê nehiqûqî ye û dixwaze ku belavkirina van raporan bê qedexekirin heger navê AZADÎ e.V. di wan de bê hildan. Ji bilî vî giliyî û jê serbixwe, AZADÎ e.V. bi bîr dixe ku ew komeleyeke li gorî qanûnên Elman e û di bin navê "radîkaliya biyaniyan" de bicihkirina navê xwe jî red dike.
AZADÎ e.V. bi bîr dixe ku ew ne "komeleyeke Kurd" e û bi ti awayî jî di "Strukturên PKK´ê" de cihê xwe nagire. Li ser armancên ew elaqedarî dozê vê daxuyaniyê dide: "Armanca komeleyê ew e ku bi hevkariya bi rêxistinên civaka sivîl re balê bibe ser encamên neerênî yên qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê ya ku sedemên wê jî siyasî ne. Û ji bo hin kesan jî desteka madî dide wan kesên bûne mexdûrê vê qedexeyê. Ev kes jî mînak, di dema xwepêşandanan de nîşanên PG û PJ´ê hildane.”
AZADÎ e.V. di doza xwe ya li dijî wezareta karê hundir a federal a Elman de wekî din dixwaze bê tesbîtkirin ku ew kesên ku ji ber §129b´yê tên destgîrkirin û girtin, bi tohmetên şexsî nayên gunehbarkirin. Ew bi bîr dixe ku di îdîanameyan de ev kes ji ber kirinên qanûnî yên siyasî, organîzekirina çalakiyên legal û karê giştî yên komeleyan tên tohmetbarkirin.
AZADÎ e.V. di daxiyaniya xwe ya doh de ji bo balê bikişîne ser dozê got, di rûniştina doza li ber Dadgeha Îdarî a Berlînê de muhtemel e 26´ê Îlonê, yanî sibe jî biryarek bê eşkerekirin.
KOLN