Hiso, destnîşan kir hevdîtinên wan bi armanca amadekirina sîstema hundirîn a desteyan û dest bi kar û xebatan di rojên pêş de pêk hatin. Hiso, da zanîn ku deste dê sîstema xwe amade bikin û ji bo were erêkirin pêşkêşî Meclîsa Rêveber were kirin. Hiso, got di civînan de wan bi wezîran re xebatên wan ên niha tên meşandin û karên ku dê di çarçoveya erka wan de be diyar bikin. Hiso, tekez kir ku wan ji hemû wezîran xwestine ku bi hemû derfetên xwe hewl bidin ku hemû sazî û dezgehên li ser kar û xebatan dimeşînin tevlî sîstema xweseriya demokratîk bibin.


Danûstendinên dîplomasiyê

Derbarê xebatên Desteya Karê Derve de Hiso da zanîn ku wan ji vê desteyê xwestine ku di zûtirîn dem de nameyan ji hemû welatên cîran û welatên din re bişînin û ji wan bixwazin ku têkiliyê bi hikûmeta rêveberiya demokratîk re deynin. Hiso, got wan ji Wezîrê Karê Derve yê herêma Cezîrê xwestine ku di hevdîtinên xwe yên bi welatên derve re nîşan bidin ku projeya xweseriya demokratîk ne projeya parçekirina Sûriyê ye, lê belê nimûneyek nû ji sîstema ne navendî ya di riya avakirina Sûriyeke demokratîk e ku hemû pêkhate wek hev têde cihê xwe digrin.

Ji tecrûbeyan sûdgirtin

Hiso, destnîşan kir ku wan di hemû hevdîtinên xwe de hewl didin ku demek ji kar û xebatên xwe re dînin, her wiha ji wan dixwazin ku bi hemû sazî û dezgehên heyî re di nava têkiliyan de bin û ji tecrubeyên wan faydê bigirin. Hiso, da zanîn ku wan ji Wezîran xwestiye ku di zûtirîn dem de têkiliyê bi kesên pispor re deynin û ji bo peydakirina pêdiviyên herêmê ji tecrubeyên wan sûd bigrin. Hiso, di dawiya axaftina xwe de daxuyankirin ku hevdîtinên wan bi hemû wezîran re erênî bûn û got, ji tevan xwestine ku di zûtirîn dem de hewl bidin pêdiviyên herêmê peyda bikin û rêveberiya xweseriya demokratîk bi hemû kesan bidin naskirin.

AMÛDÊ