Şanoya ”Bê te baştir” ku nivîskar û derhênertiyê wê Dr Qutbedîn Sadiqî kiriye, behsa karesata kîmyabarana bajarê Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê dike. Di salvegera kîmyabarana vî bajarî de li meydana Serçawe ya Serdeşt hate pêşandan.
Berpirsê ragihandina şanoyê Kawan Mihemedpur got ku armanca vê şanoyê ew e ku vê êrîşa ser gelê Kurd, êş û azarên vî bajarî yên jibîrkirî carek din bi bîr bînin.
Mihemedpur bilêv dike ku ew hewl didin bi rêya hunerê vê karesatê bigehînin cîhanê. Mihemedpur diyar kir ku wê şano piştî cejna Remezanê li bajarê Mahabadê jî bê pêşandan.
SERDEŞT