ÎSAM ABDULLAH / NEJBÎR OSMAN / ANHA / QAMIŞLO
Kargeha Roj a nîskan, rojane 6 ton nîsk hildiberîne. Kargeh pêwîstiya nîskan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û her wiha berhema nîskê derdixe herêmên din ên Sûriyê û başûrê Kurdistanê jî.
Odeya Sînaî ya kantona Qamişlo yekemîn kargeh bi navê Roj a nîskan li herêmê vekir. Her wiha kargeh berhema nîskan ji cotkaran dikire û paşê derman dike û dike nîska sor.
Kargeh hewl dide sûka cotkaran ji bo kirrîn û firotina berhema nîskan peyde bike, her wiha pêwîstiya herêmê ji nîskên çêkirî jî pêk tîne.
Rojane 6 ton nîsk
Kargeh, nîskên sor bi çend pêvajoyan amade dike ji bo serfkirinê. Destpêkê ji kirrîna berhemê ji cotkaran piştî ku lêkolîn dikin û paşê tovê nîskan têne xerbelkirin, şûştin û zuhakirin û bi rêya alavên lazerê careke din ji kelpikê tê veqetandin û wan dixin kîsên 10 kîloyî û derdixin bazaran.
Li gorî berpirsên kargehê, piştî anîna alavên bipêşketî, kargeh rojane 6 ton nîska sor derdixe. Berhemên Kargeha Roj, li hemû herêma Cizîrê û gelek parêzgehên Sûriyê û herêma Başûrê Kurdistanê belav dibin.
Berhema baş daxwaza kirrînê zêde kir
Kargeha Roj ji destpêka vekirinê ve hewl dide bi nirxekî guncaw bixebite. Kargeh kîloya nîskan bi 275 lîreyên Sûriyê dide, her wiha ji 12 kesan re kar peyde kiriye.
Berpirsê kargehê Elî Remedan got, ji ber başbûna berhemên kargehê, daxwaza kirrîna wê zêde bûye. Endama rêveberiya Kargeha Roj, Şêrîn Omer jî diyar kir ku ew hewl didin kargehê berfirehtir bikin da ku veberhênanê zêde bikin û derfetên kar peyde bikin.