Terry Jones yek ji navdartirîn hunermendên kenandinê yên Ingilîstanê bû û 21´ê Çile di 77 saliya xwe de wefat kir. Ew wekî din dîrokzan, derhêner û nivîskar bû jî. Ew ji endamên koma Monty Phthon bû ku bi berhemên vê komê yên weke Siwarê Giwîza Hindê, Jiyana Brianî û Maneya Jiyanê hebûn. Filmên wî yên bi tena serê xwe çêkirî jî navdar bûn ên weke Rêwîtiya ber bi Labîrentê ve. Lê berhema wî ya bi koma Monty Phthon re ya bi navê Jiyana Brianî berhema wî ya herî navdar bû. Karîkatureke piştî mirina wî jî vê nîşan dide. Brian karekterek e ku bi henekî îşaret bi Îsa Pêxember dike, lê gava vê dike jî siyaseta salên dawiya 1970´yî ya Ingilîstanê û ya global dixe nava komediya xwe. Ha ew Brian di vî karîkaturê Camley´s Cartoon de ku The Heraldê weşand, li axretê xêrhatina Terry Jones dike.

 

LONDON