
ALİ GÜLER
Pêşengê sosyalîzmê, afînerê fikrekî nû: Karl Marx… Wî bi fikir û ramana xwe mora xwe li dîroka cîhanê xist. Ev mora wî ewqas bi tesîr e ku heyanî roja me ya îro jî ji aliyê gelek kesan ve tê nîqaşkirin…
Derhêner Raoul Peck jî bi fîlmê xwe yê bi navê Le jeune Karl Marx (Karl Marx ê Ciwan) ketiye nav van nîqaş û gengeşayan. Fîlmê behsa jiyana Karl Marx a di navbera salên 1844 û 1848’an de dike. Fîlma li ser jiyana Karl Max û Friedrich Engels cara yekemîn ji aliyê Galina Serebryakova ve sala 1965’an li Yekitiya Sovyetê bi nave “Jiyana selek” hat kişandin. 52 salan bi şûn ve, ev film ji aliyê derhênerê bi eslê xwe ji Haîtiyê, Paoul Peck ve hatiye kişandin.
Derhêner Peck heta niha di nava wan de mijara komkujiya Ruwanda jî, jiyana gelek diktatorên Efrîkî anîye ser perdeya spî. Derhênerê xwedî nasnameya çepgir û muxalif Paoul Peck, niha jî fîlma Karl Marx ê Ciwan tîne ser perdeya spî û balê dikişîne ser ciwantiya pêşengê sosyalîzmê… Fîlma ku senaryoya wê ji aliyê Pascal Bonitzer ve hatiye nivîsandin, rola Karl Max daye August Diehl, ya Friedrich Engels jî daye Stefan Konarske. Rola jina Karl Marx, Jenny von Westphalen jî para lîstikvan Vicky Krieps ketiye.
Naverokeke berketî
Fîlm 3’yê Adarê li tevahiya Ewrûpayê ket vizyonê. Lê beriya vê yekê galaya fîlmê ya cîhanê li 67’emîn Festîvala Navnetewî ya Berlinê (Berlinale) hat kirin. Min cara yekemîn li wir li filmê temaşe kir. Mijara fîlmê, rêva Karl Marx a 26 salî ku ji Elmanyayê sirgûn dibe û hevnasîna Friedrich Engels û xebata bi wî re ye. Di heman demê de film li ser gengeşiya di nava komên cûr bi cûr de jî disekine û atmesfora demê jî nîşan dide. Serhatiya Filmê, sala 1844´an li Elmanyayê li navenda rojnameyekê dest pê dike. Polîs bi ser vê rojnamê de digirin û Karl Marxê ciwan ê 26 salî direve. Piştre ji bo Karl Marx û hevjîna wî Jenny salên sirgûn û jiyana qaçaxî ya li Parîsê dest pê dikin. Marx li vî bajarê navenda karker, muxalifan di demeke kurt de dikeve nava nîqaş û gengeşeyan. Lê ti carî nikare fikrê xwe bi van der û doran bide pejirandin. Marxê ciwan ji xwe nakeve nava nîqaşê kolan û qehwexaneyan. Ji bo wê, her roj û şev dixwîne û dinivîsine, fikrê xwe bi pêş dixe. Marx, rojekê li Parîsê Friedrich Engels nas dike. Engels ê xwedî kincên xweşik û delal, kurê fabrîkatorekî ye û li ser jiyana karkerên Brîtanyayê lêkolînek kiriye. Di vî warî de xwedî fikrekî ye. Ew her du ji wê rojê bi şûn ve dibin heval û dost. Engels, dibe perçeyê kêm ê di jiyana Karl Marx de. Her du êdî bi hêztir in, dikevin nava gengeşe û nîqaşên tund yên bi komên xwedî fikrên cûr bi cûr. Fikra Karl Marx û hêza Friedrich Engels, îdeolojiyeke nû derdixe holê. Jiyana wan êdî di navbera Parîs, London û Brukselê de diçe û tê. Reva ji polîsan, nîqaşên di civînan de, şevên bi xwendin û nivîsanê re wek avekê diherikin.
Marx dibe pêşengê komunîzmê
Friedrich Engels di jiyana Karl Marx de dibe kêliyek ku jiyana wî diguherîne. Mirov difikire gelo Engels nebaya Karl Marx dibû Karl Marx, bê guman ev mijara nîqaşê ye. Bi rastî derhêner Raoul Peck çîrokeke ewqas giranbiha bi estetîka sînemayê û kûrbûna li ser jiyana Karl Marx ev berhem baştir kiriye. Rola herduyan baş nîşan daye. Civîna Karl Marx a li Londonê bi hewldana Engels çêdibe ku Marx mora xwe lêxistiyê. Ji wê rojê bi şûn ve navê Karl Marx êdi wek pêşengê komînîzmê belav dibe. Xebatên Das Kapîtal, Manîfesto ya Kominîzmê û pêşengiya hereketa karkêren Ewrûpa yê… Derhêner Raoul Peck, jiyana Karl Marx û Friedrich Engels a di navbera salên 1844 û 1848’na de bi zimanekî zelal, hunerî û estetîk aniye ser pêrdeya spî.
Bi rastî jî fîlma “Karl Marx ê Ciwan” hêjayî dîtinê ye. Nexasim jî di van roj û salên zehmetiyê de ku cîhan di nav krîzekê de nemaye ku bixeniqe. Jixwe, di galaya fîlmê de Stefan Konarske, di axaftina xwe de bal kişand ser krîza cîhanê û got: “ Di dema me ya îro de hewcetiya me bi Karl Marx heye.” Bi rastî ev gotin gelek balkêş û di cîh de ye…