Karmendekî konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê, doh di encama gulebaranê de hat kuştin û dido jî birîndar bûn. Li gorî asayîşa Hewlêrê welatiyekî Başûrê Kurdistanê jî hatiye kuştin.
Karmendên konsolosxaneyê dema li restoranta Huqqbas a nêzî konsolosxaneyê bûn, ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve hatin gulebarandin. Di encama gulebaranê de karmendekî konsolosê hat kuştin. Her wiha tê gotin, birîndar jî hene.
Ji ber bûyerê rêya di navbera Hewlêr-Silêmanî û Hewlêr-Kerkûkê de li hatin û çûyînê hate girtin. Piştî bûyerê hêzên PDKê û hêzên dewleta Tirk dor li cihê bûyerê girtin.
HEWLÊR