
Karnaval a Venedîkê kevneşopiyeke ku ji sedsala 13. tê. Karnaval bi maskeyên kesên beşdar navdar bûye. Kesên beşdar dibin di tevahiya karnavalê de kostumên renga reng li xwe dikin, maskeyên xwe didin ber çavên xwe û kolanên Venedîk a yek ji bajarê herî xweş ê cîhanê ye rengîntir dikin.
Dema Karnaval a îsal di navbera 18-28’ê Sibatê de tê lidarxistin. Rojên karnavalê kû 11 rojan didomin dema ku herî zêde turist tên bajêr in jî.
Li gor texmînan ev festîvala rengîn di encama trajediyeke sedsala 13. de derketiye. Tê gotin di sala 1348’an şevbeke giran li bajêr belav dibe û nîvê niştecihên bajêr ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin. Yên dimînin jî ji bo rewşa xwe ya nexweş û birînên xwe veşêrin maskeyan didin ber rûyê xwe û kincên dirêj li xwe dikin. Di nava demê de ev maske rengîn dibin û verdigerin sembol û maskeyên rengîn mîna Maskeyên Venedîkê ji wê demê ve tên bi nav kirin.
Tevî van maskeyan jî yên ne xweşik jî tên amade kirin û ev jî mîna Maskeyên Şewbê an Maskeyên Nexweşiyê tên binav kirin. Ya di tevahiya maskeyan de balê dikişîne jî îfadeya cemidî ya li ser rû ye.
Hin derdor jî îdîa dikin ku ji bo statuya navbera çînan ji holê were rakirin, dewlemend û xizan mîna hev xwuya bikin çandeke bi vî rengî hatiye destpêkirin.
VENEDÎK