Karsazên Bazîdî yên li Stenbolê, bi barê 6 TIR'an alîkarî dan kampanya alîkariyê ya Şaredariya Peyasê ji bo gelê Rojava û Şengalê dayî destpêkirin.
Endamên Komîsyona Alîkariya bi Şengal û Rojava re Alîkarê Hevşaredarên Peyasê Nîhat Salmiş, Alîkarê Hevşaredarên Baxlerê Mûrat Satici û Endamê Meclîsê Davût Kesen bi karsazan re çûn Pirsûsê û alîkarî radestî Şaredariya Pirsûsê kirin.
'Ji bo jinûve avakirinê bêhtir alîkarî divê'
Li ser navê karsazan Vahît Arkan daxuyaniyek da û got, "Ji bo tevkariya li kampanya alîkariyê, me di nava xwe de kampanyayeke da meşandin û alîkariya ji xwarinê ya barê 5 TIR'an û hevalên me yên jin ên Bazidî jî mamayên zarokan ên barê TIR'ekê radestî rayedaran kirin. Alîkariyên me wê dewam bikin."
Ji karsazan Erol Salman jî diyar kir ku heta niha wan barê 20 TIR'an alîkarî şandiye herêmê û got, "Ji bo destekkirina kampanya Şaredariya me, me jî di nava endamên xwe de kampanyayek da destpêkirin. Ard, şekir, rûn, mamaya zarokan ku barê 6 TIR'an e me radestî rayedaran kir. Em bang li tevahiya mirovên xwe dikin ku ji bo ji nû ve avakirina herêmê bêhtir alîkariyê bikin."
Alîkarê Hevşaredarên Peyasê Nîhat Salmiş jî bal kişand ser girîngiya zêdebûna hestiyariyê û got, "Em malavahiya hevalên xwe yên Bazidî dikin ji ber vê hestyariyê. Li Kobanê bi têkoşîna rûmet û azadiyê re herêm ji çeteyan hatiye paqijkirin. Divê em ji niha û pê ve ji bo ji nû ve avakirina herêmê bikevin nava tevgerê."
RUHA