Hikûmeta AKP'ê bi qanûnên nû dixwaze qada perwerdehî, tendûristî û aboriyê di bin destê xwe de bigire. Pişti di pergala perwerdehiyê û tendûristiyê de hin guhertin pêk anîn, niha dixwaze di qada aboriyê de jî hin guhertinan bike û qada aboriyê têxe bin kontrola xwe. Piştî "Pêşnûneya Qanûna Têkildarî Astengkirina Fînansmana Terorîzmê" hat rojeva meclîsê karsaz û esnafan bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev pêşnûma dê qada aborî têk bibe. Karsazan, da zanîn ku hem dê gelek karsaz û esnaf bi vê minasebetê malê wan bê desteserkirin û hem jî dê bi heman hincet û îdîaya "Endamê rêxistinê ye" bê girtin û rastî cezayan bê.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Geverê Sabih Kayhan, anî ziman ku Tirkiye qanûna YE'ê guhertiye û li gorî xwe 2 xalên nû lê zêdekirine. Kayhan, diyar kir ku ev guhertinên qanûnî li dijî qanûnên navneteweyî ne. Kayhan, da zanin ku Tirkiye û karsazên Tirkiyeye nikarin vê qanûnê rakin û xwest ev pêşnûme neyê erêkirin.
Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Abdurrahim Devrim jî bertek nîşanî vê pêşnûmeyê dan û diyar kir ku ev pêşnûme nayê qebûlkirin û li dijî hiqûq û qanûnên navneteweyî ye.
COLEMÊRG/MÛŞ