Li bajarokê Rijswijk ê Holandayê,  Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK), Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê KCD-Ewropa û Federasyona Komeleyên Kurd li Holandayê (FED-KOM)ê panêleke hevpar lidar xistin. Di panêlê de Serokê Kongra Gel Remzî Kartal û Nûnerê Buroya Siyasî ya YNK'ê Mele Bextiyar weke axaftvan beşdar bûn û nêzî 500 kes lê amade bûn.

Axaftina destpêkê ji aliyê Kartal ve hat kirin. Kartal, destpêkê berxwedêrên 14 Tirmehê bibîranî û diyar kir ku armanca hemû zext û zordariyan, dîlgirtina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bû û bibîr xist ku li dijî vê yekê berxwedana 14'ê Tîrmehê pêk hat. Kaltan destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, serketina xwe ya yekemîn li Zîndana Amedê bi dest xistiye.
Kartal di axaftina xwe bal kişand ser pêvajoya aştiyê jî û got, "Gelê Kurd nîşanî tevahiya cîhanê daye ku ew ji bo aştî, demokrasî û azadiyê amade ye. Yekitiya Netewî ya Kurdan wê li Rojhilata Navîn, Kurdan hîn bêtir nêzî azadiyê bike.
Berxwedan û têkoşîna gelê Kurd, yekitiya li her çar parçeyan ferz dike."
Kartal her weha bang kir ku ji bo şoreşa hemû kurd berpisyariyên xwe bi cîh bînin, hestyar bin û bi rihê yekîtiya netewî tevbigerin.  Kartal diyar kir ku di Konferansa Kurd a li Hewlêrê de wê hemû sazî û partiyên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bên cem hev û jiyaneke bi rûmet û azad pêşkêşî gelê Kurd bikin.

Divê destketiyên li Rojava were parastin

Paşê nûnerê Buroya Siyasî ya YNK'ê Mele Bextiyar mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku li cîhanê bi qasî gelê Kurd ti gelan zext û zilm nedîtiye û got, "Bi qasî Kurdan, kesî azadî û demokrasî heq ne kiriye." Bextiyar bibîr xist ku di sala 1990 de di Şerê Yekemîn ê Kendavê de bi hezaran Kurdistanên ji Başûr xwe avêtine sînorê Bakurê Kurdistanê û got, "Tevî hemû kêmasî û bêderfetiyan jî, gelê Bakur alîkarî da gelê Başûr. Ti Kurd naxwaze li wan rojan vegere."
Bextiyar ragihand ku deskevtiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê serketina tevahiya Kurdan e û got, "Gelê Kurd têkoşîn û berxwedana Simkoyan, Şêx Seîdan, Qazî Mûhammedan û Mele Mûstafa Barzaniyan ji bîr nekir. Eger emê behsa yekitiya netewî bikin, divê em ji dîroka xwe dersan derxînin. Ji kîjan bawerî, kîjan îdeolojiyê dibin bila bibin, divê em yekitiya netewî ya Kurdan ava bikin."

´Em piştgirî bidin konferansê´
Mele Bextiyar bal kişand ser girîngiya pêşketina çandî û aborî û diyar kir ku di cîhana global de Kurd neçarin xwe di warê aborî de bi pêş bixin. Mele Bextiyar bibîr xist ku dewleta Tirk salê 10 milyar dolar ji Başûrê Kurdistanê sûdê digire û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyînên ji bo sererastkirina berjewendiyên aborî yên Kurdan. Bextiyar destnîşan kir ku li gel pêşketina aboriya Başûrê Kurdistanê jî, koordîneya kirîn û firotina ji bo derve, ji aliyê kargehên din ve tê kirin.
Mele Bextiyar di dewama axaftina xwe de got, "Manîfestoya konfederalîzma gelan a Birêz Abdullah Oalan ji bo Rojhilata Navîn pêşkêş kir, rêbaza herî rast û di cih de ye. Divê ev bi hemû gelan re bê nîqaşkirin. Rê û rêbaz, divê di rêyeke hevpar de bin."
Mele Bextiyar da xuyakirin ku ew piştgiriyê didin Konferansa li Hewlêrê û ji bo afirandina yekitiya Kurdan, çi ji destê wan were ewê bikin. 

ANF/RIJSWIJK