Rewşa Sûriyeyê ne mîna ya Tunis, Lîbya,Yemen û Misrê ye. Rewşa Sûriyeyê taybet e. Rejîma Beşar Esad xwedî hêzeke eskerî ya xurt e. Arteşa Sûriyeyê 13’mîn artêşa herî mezin û hêzdar li ser asta tevahiya cîhanê ye. Tabûr û yekîneyên di nava artêşê de, her weha 7 hêzên istîxbarat û ewlekariyê, hemû di bin destê efser û eskerên ji kêmmezheba Elewiyan de ye. Esad ev kêmmezheb bi xwe ve girêda û ew li dijî xwestekên gelê Sûriyeyê sor kirine. Ji destpêkê ve hedefa Esad ev yek bû. Wî dixwest elewiyan bi xwe ve girêbide û wan li dijî tevgera beşên din yên gelê Sûryiye bikar bîne. Wî sûdek mezin ji xîtaba mezhebperst ya muxalefetê dît. Bi taybet sûd ji xîtaba « Meclisa Nîştimanî a Sûriyeyê » ku li Stenbolê di bin kontrola rêxistina Birayên Misilman û bi biryara AKPê ava bûbû, dît. Evê meclisê kêmmezeheba elewî wek hedef nîşan da û ew mîna berpirsyara kuştina sivîlan li qelemê da. Her weha Esad êrîşên ku eskerên veqetyayî an jî „Artêşa Azad a Sûriyeyê“ istismar kir û ew mîna ‘şerekî giştî li dijî Elewiyan’ nîşan da. Eskerên veqetyayî tabûra ‘Omer Bin Xetab’ û ‘Mûawiya Bin Abû Sifiyan’ ava kirin û hêzên teybet û dînamîk di nava artêşa Esad de, ku pirraniya esker û efser elewî ne, hedef girt. Her weha daxuynî li dijî elewiyan dan. Di çalakiyên eskerên veqetyayî de, ku pirraniya wan sunnî ne, bi qasî 700 esker û efserên elewî hatin kuştin. Di nava van efseran de 8 pîlot hebûn.
Li bajarê Humisê şerekî mezhebî rû da ye. Di heftiya derbasbûyî de eskerên veqetyayî bi qasî 50 sivîlên elewî kuştin. Bajarê Humisê niha bûye 2 bajar. Beşek ji bajêr yê sunnyan û beşê din jî yê elewyan e. jixwe xirstiyan pirranî ji bajar derketine. Tê gotin ku serê sedî 80% ji xirstiyanên Humisê reviyane. Elewiyên ku li taxên «Zahîra » û « al-Nuzha » dimînin alîgerên rejîma Esad in. Berovajî wan sunnî jî dijberê Esad in û her roj li dijî wî xwepêşandanan li dijî rejîma wî lidar dixin.
Tirsek mezin hebû ku li Sûriyeyê şerekî mezhebî rû bibe, lê ev şerê han niha bi rastî rûdaye. Eskerên ji artêşa veqetiyayî esker û efserên Elewî hedef digrin. Alîkaririyê ji Tirkiyê û welatên ereb yên sunnî digrin. Xîtaba meclisa Stenbolê jî tam bûye xîtabek mezhebperest û ne tenê li dijî elewiyan., lê her weha li dijî Iran û rêxsitina Hizbulah a Lobnanê ye jî.
Di destpêka serhildana gelê Sûriyeyê de ( ku niha bûye şerekî navxweyî) Esad gelekî hesabê kêmmezheba elewiyan dikir. Ew ditirsya ku efserên payebilind ên elewiyan li dijî wî û birayê wî derbeyek eskerî pêkbînin. Nêrînek hebû digot: Emê Esad û malbata wî bikin qurbana elewiyan, ne elewiyan bikin qurbana Esad û malbatab wî. Lê niha piştî ewqas kuştin çêbû û bi sedan elewî hatin tesfiyekirin, rewş hate guhertin. Niha elewî dibêjin, hedef ne tenê Esad û rejîma wî ye, hedef tevahiya kêmmezheba Elewiyan e.
Xîtaba dijminane ne tenê Elewiyan hedef digre, lê her weha tevahiya Şîian li heremê dijmin dibîne. Hêzên muxalefeta Ereb, bi taybet rêxistina Birayên Misilman, Îran û Hîzbullah a Libnanê dijmin û neyarên xwe dibînin û alîkariyê ji navendên Sunnî, mîna Tirkiyeyê û welatên Ereb digrin. Bi vê yekê re şer ber bi şerekî heremî ve diçe û veduguhze şerê sunniyan bi elewiyan re.
Daxuyaniyên Serokê Meclisa Stenbolê Burhan Galyon yên vê dawiyê derbarê Îran û Hîzbullahê de baş eşker kir ku alternatîva Esad rejîmek sunnî dijberî Îranê ye. Galyon diyar kir ku di Sûriyeya pêşerojê de cihê Îran û Hizbullahê nîne. Ji ber vê yekê Iran û Hizbullah bi hemû hêza xwe destekê didin rejîma Esad. Rêveberiya Iraqê bi serkeşiya Nûri Malkî jî pişta Esad digre. Tê gotin ku bi hezaran çekdarên ‘Artêşa al-Mehdî’ ya girêdayî oldarê Iraqî Muqteda al-Sadir ji bo alîkariya Esad derbasî Sûriyeyê bûne. Şîiên Iraqê naxwzin Sûriyeyê têkeve bin bandora hêzên Sunnî, ku dê pişta hêzên Sunniyên Iraqî bigrin.
Li gorî agahiyên dawî Esad tevahiya Tabûra 7 an dewrî li ser sînorên Tirkiyeyê kiriye û biryar daye vê tabûrê ku bi hemû hêza xwe şer bike, eger hat û rastî êrîşek eskerî ya artêşa dewleta Tirk hat. Bê guman ev yek bi rezamednî û hevkariya bi rejima Iranê re hatiye kirin. Iran tu carî qebûl nake ku rejîma Esad têk here û li şûna wê rejîmek Sunnî îxtîdarê bigre dest xwe.
Esad di hevdîtina xwe ya dawî bi televizyona ABC re diyar kir ku ew ji kuştinên li Sûriyeyê ne berpirsyar e û li dijî mudaxeleyên eskerî yên derve, dê di ber xwe bide. Ev axaftin nîşana wê yekê ye ku Esad ne bi tena serê xwe ye û ew hêzê ji Iran, Iraq û Hizbullahê digre. Jixwe hat eşkerekirin ku Ayatulah Ali Xamaney  fetweyek daye ku her kes danûstendinê bi rejîma Esad re bike û xurtkirina vê rejîmê wek ‘erkerke Îslamî’ bi nav kiriye.
Di vê dema dawî de DYA û FrAnsa sefîreyên xwe dîsa şandin Şamê. Her weha Serokê Yekîtiya Ereban Nebîl al-Arabî jî diyar kir ku wan pêşinyarek ji Yekîtiya Ewropa bo birina doseya Sûriyeyê ji bo Meclisa Ewlekariya Netewî, red kirine. Al-Arabî îdîa kir ku ewê vê pirsgirêkê di nava xwe de çareser bikin. Di vê navberê de hêzên artêşa Esad prosesa kuştinê berdewam dikin û her roj 30-40 kesî dikujin.
Hesabê Esad niha weha ye : Elewî, Xirstiyan û Durziyên Sûriyeyê bi rejîmê re ne. Iran û Hizbullah û Iraq bi rejîmê re ne. Tirkiye bi şêweyekî eskerî û dîrekt nikare êrîş bike. Yekîtiya Ereban sisit dibe. DYA û Ewropa jî ji şerekî heremî û tevliheviyek mezin li Rojhilata Navîn ditrsin. Tevliheviyek ku dikare hilbirîna petrolê rawestîne.
Ev kartên Esad in. Weha xuyaye ku ew pşta xwe bi van kartan gerim dike û jê re hatiye gotin: Heta dawiyê di ber xwe bide. Ew serê te û Elewiyan û tevahiya Şîiyên hermê dixwazin….