
Şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê bi nêzikbûna roja hilbijartinan, karwanekî erebeyan organîze kir û pê li navçeyê geriyan.
Bi dehan şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê ya girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê, li pêş şaredariya navçê kom bûn û ji wir dest gera karwanê erebeyan kir. Gera heta gundê Hîşê ku 6 kîlometroyan dûrî navçeyê ye, li wir bi gerandina govendê ya şêniyan dewam kir.
Paşê, ji gundê Hîşe karwanê erebeyan ber bi gundê Ebo Xiriza ku 20 kîlometroyan dûrî gundê Hîşê ye, rêya xwe dewam kir. Li vir jî careke din şêniyan govend gerand.
Piştre, karwanê erebeyan di gelek gundan re derbas bû û vegeriyan navçeya Eyn Îsa. Li her cihê hatî pêşwazîkirin û lê mayî, weke karwanekî roja eyd û cejnê coşa hilbijartinan bi xwe re bir.
ANHA / GIRÊ SPÎ