LÎLAN EMA/BARCELONA
Li paytexta Katalonya Barcelonayê dibistana fermî Domînîque del Ensanyamenetê, ku her sal welatekî û çanda wê hildibijêre îsal di navbera 15-21’ê Hezîranê 2018’an de çand û weletê Kurdistanê hilbijart û kire mijara dersê.
Li paytexta Katalonyayê Barcelonayê zarok û ciwanên dibistana fermî Dominique del Ensanyamentê, ku her sal van çaxan welatekî û çanda wan hildibijêre îsal Kurdistanê ji xwe re kire mijar û ders.
Ciwanên vê dibistanê xwe bi xwe û bi pêşengîya hin mamosteyên ku hezkiriyên çanda Kurdan in, rêze çalakî der heqê çand, ziman dîroka Kurdan de çêkirin. Di navbeyna 15-21’ê Hezîranê de dersên fermî yên dibistanê hatin betalkirin.
Kurdistan dan nasîn
Derbarê çand, cografya, ziman, dîroka Kurdistanê de semîner, konferans û gotûbêj hatin çêkirin. Di semîneran de hem Kurdên ku li Katalonyayê dijîn li ser çand, dîroka Kurdistanê bîr û boçûnên xwe gotin, û hem jî rewşenbîr û derhenerên Katalan ên ku bi doza Kurdan re serê xwe diêşînin axivîn.
Filma berxwedana xwerêveberiyê
Ji bilî seminer û konferansan her wiha fîlma Sol del Nord jî hate nişandan. Mijara fîlm Berxwedana Xwerêveberiyê ya Cizîr û Sûrê bû, ku fîlm 2015’an ji hêla du ciwanên Katalan ve hatibû girtin.
Her wiha belgefîlmên li ser Kurdistanê jî hatin nişandan, ku dîsa ev belgefîlm ji hêla derhênerên Katalan ve hatibûn hazirkirin.
Konferansek li ser Berxweda Xwerêveberiyê ya Nisêbînê çêbû.Di konferansê de bi sedan xwendekarên lîseyê behsa şer û berxwedana ciwanên Nisêbîn a Mêrdînê kir.