Filma anîmasyon ya bi navê Kavil” a derhêneriya wê Ozcan Alper dike, li Mihrîcana Filman a 66’emîn a San Sebastianê wê bê pêşandan.
Senaryoya filmê Ozcan Alper û Murat Ozyaşar bi hev re nivîsiye. Derhêneriya anîmasyonê Vrej Kassoyny bi çêkeriya Nar Filmê çûye serî.
Film behsa helwêsta dewleta Tirk a kavilker a dema bexwedana xwerêveberiyan dike nexasim li Sûr, Cizîr û Nisêbînê. Film rewşa mirovî ji bîr nake. Film bi çavê şairekî ciwan hatiye vegotin. Bi desteka wêneyên bi rastî yên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a ku dewleta Tirk ew girt, hatiye çêkirin.
Lîstikvan Feyyaz Duman di filmê de ji helbesta “Demên zor” a şaîrê Baskî Jose Sarrionandia beşan dixwîne.
Mihrîcana Filman a San Sebastîan ku yek ji girîngtirîn mihrîcanên ewrûpayê ye, 22’ê Îlonê dest pê kir û heta 29’ê Îlonê wê dewam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN