Midûriyeta Giştî ya Îdareyên Herêmî ya Wezareta Karên Hundir nivîsa ji peywirê bê girtin ji Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn re şandî û Şahîn nivîs erê kir. Nivîsa bi îmzaya Wezîr Şahîn a ku ji Walîtiya Wanê re hate şandin de wiha hate gotin: “Şaredarê Wanê Bekîr Kaya ji ber sûçdariya ‘Endamê rêxistinê ye’ ji ailyê 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Nobeder a Wanê ve di dîroka 10/06/2012’an  de û li gorî muzakereya girtinê ya nimreya lêpirsînê ya 2012/54’an hate girtin. Navê kesên derbas dibe li gorî madeya 127’an a makeqanûnê ya firkeya 4’emîn guncav e ku ji peywirê bê dûrxistin. Heke guncav bê dîtin li gorî peywira Wezîrê Karên Hundir û madeya 127’an a makeqanûnê ya firkeya 4’emîn a hejmara 5393’yan û qanûna şaredariya ya madeya 47’an Şaredarê Wanê Bekîr Kaya bi tedbîra demî ji peywirê bê girtin biryar hate dayîn.”
Waliyê Wanê jî di 14’ê hezarînê de ji Şaredariya Wanê re nivîs şand û diyar kri ku Şaredar Kaya ji peywirê dûr hatiye xistin ragihand. Ev biryar berî encama îtîraza girtinê ya parêzeran heta bû sedema guman û pirsan.

10 kes hatibûn girtin 
Di 7’ê hezîranê de li navenda Wanê û navçeyan polîsan bi ser gelek mal û navnîşanan de girtibû û 14 kes binçavkiribûn. Ji 14 kesan Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Serokê BDP’ê yê Wanê yê berê û Parêzerê Buroya Hiqûqê yê Asrinê Cuneyt Canîş, Şaredarê Elbakê yê berê yê ku bi fermana Wezîrê Karên Hundir ji peywirê hate girtin Îhsan Guler, Serokê BDP’ê yê Bêgiriyê Mehmet Şîrîn Yildiz, Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz, Serokê BDP’a Elbatê yê berê û Endamê KCD’ê Dervîş Polat, Şaredarê Artemêtanê Abdulkerîm Sayan, Serokê BDPa Ebexê Metîn Adugît, Serokê BDP’a berê yê Erdîşê Velî Avci û hesabgirê BDP’a Bajar Halîs Çakir hatibûn girtin. 

WAN/DÎHA