Ji bo gerîlayê HPG’ê Orhan Kaya li bajarê Fransa Dragûîgnanê serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin. Merasîmê rêzgirtinê destpê kir û li vê derê, li ser navê NCDK´a Dragûîgnanê banga xwedîderketina li berxwedana bi heybet a li Kurdistanê hat kirin.

Qiseker diyar kir ku divê erkên neteweyî bi cih werin anîn û got, “Em bi vî rengî dikarin xwedî li şehîdên xwe derkevin.” Serdanên sersaxiyê wê li NCDK´ê ji bo du rojan dewam bikin.


Zeynep Akgul hat bibîranîn 

Zeynep Akgul (Ronahî Mêrdîn) a sala 2004’an li Qendîlê jiyana xwe ji dayî, li lokala NCDK a bajarê Swêdê Goteborgê hat bibîranîn.

Bi sedan Kurdistanî beşdarî merasîma bîranînê bûn. Hevserokê Navendê Alî Agirî bal kişand ser girîngiya pakrewanan û bîranîna wan ji bo gelê Kurd û li ser jiyan û têkoşîna Akgul axivî. Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser jiyan û fedekariya şehîdan hat nîşandan.