Boykot û Turkiye: Ji sernivîsê du peyvên cuda û girîng: Boykotkirina malan-turîzmê û mal-tûrîzma dewleta Turkîyeyê!
Dema mirov sernivîsê û gotinên Kurdên di vî warî de dibîne, serê pêşîn bi mirov xweş tê weke kampanyayeke li dijî şerê dagirkirina dewleta Turkiyeyê ya Rojavayê Kurdistanê. Lê di kakilê helwesta vê boykotkirinê de tênegihîştinek jî heye!
Bi qasî tê famkirin; welatekî dagirker weke Turkiyeyê heye, ev welat bi aboriya xwe çekên kuştinê dikire, bi van çekan Kurdan dikuje, Kurd dixwazin vê kuştinê asteng bikin bi qelskirina vê aboriyê û ji ber hindê pereyan di tûrîzm û alavên malê Turkiyeyê de nadin. Weke raman û weke helwest baş xuya dike, ger bigihîje armanca xwe. Û ger Kurd bixwazin, bi hêsanî dê bigihîje hedefê.
Ji avabûna xwe û vir ve dewleta Turkiyeyê ligel kuştinê gelek têkbirinan li dijî Kurdan pêk tîne. Ji tunehesibandina netewî bigirin heta bi dizîya çanda wan, ji biçûkdîtina zimanê wan bigire heta bi neqebûlkirina erdnîgarîya wan, serqise hebûn û nirxên Kurdî hemû ji bo xwe weke gef dihesibîne û ev hişmendî bi her awayî bi mirovên xwe hemûyan daye hezimkirin. Ji ber wê ye helwesta gelê Turk li hemberî netewa Kurd. Ji ber wê ye hemû helwestên qedexeyan, lîncan, kuştinan, biçûkdîtinan û pejirandina zilma dewletê. Ji ber wê ye cil û bergên Kurdî weke qiyafetên paşverûyan rê didin, ji ber wê ye zimanê Kurdî bi 'qert qûrt'an bi nav dikin, ji ber wê ye ala Kurdî weke zolikekê dibînin û ji ber wê ye şervan û zana û bîrbirên Kurdan hemûyan weke terorîst diselmînin. Ew qasî ji eyarê mirovatîyê derketine, asasê demokrasîyê yê weke hilbijartinê ku mafê herî însanî û jiyanî ye, bi dagirkirina 'qeyyûmên xwe tune dike. Ev helwest ew qasî bi hevîrtirşê nijadperestî hatiye strîn, kesên ne Kurd ên weke Ahmet Altan, Aslı Erdoğan, Orhan Pamuk, Osman Kavala û mirovên xwedîwijdan hemûyan jî weke lehîyekê dide ber xwe û ceza dike. Mînak; dîroknas Ayşe Hür ji ber twîteke wê ya Kurdî bi xayintîyê bi nav dikin û li dijî wê helwesta lîncê rê didin.
Ger tunekirineke sûcê mirovahîyê were pejirandin, kiryar û tevgerên dewleta Turkîyeyê li Bakurê Kurdistanê yên li hemberî helandina zimanê Kurdî û trawmayên di ser zimên re li Kurdan dikin, bi serê xwe bes e ji bo serîrakirina li dijî vî sûcî. Ji ber ku "ziman, mala hebûnê" ya takekes e, û mirov bi zimên dibe xwedî nasname. Ji ber wê ye ku zehfên Kurdan ên çalakger ji bilî zimanê xwe bi Turkî siyasetê dike, bi Turkî dinivîse, bi Turkî derdikeve pêş û bi Turkî dibe kesê/a herî dijber li hemberî zimanê Kurdî.
Li gorî vê tesbîtê; her mirovên ziravhestyar ên Kurd ku weke zana, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û pêşengên Kurd in, pêdiv e rê û rêçik û çareserîyan ji bo helandina zimanê Kurdî bibînin û vê çareserîyê bi mirovên xwe re par ve bikin.
Ger mirovên Kurd dixwazin darbeyê li dewleta Turkîyeyê bixin, ligel pêkanîna boykota biryara KCD-E'yê dikarin helwestekê li hemberî "xwe (hevdu)" jî nîşan bidin ku ev ê hem dijminantîya li dijî hebûna zimanê Kurdî qels bike û hem jî zimanê Kurdî yê ber bi qirqirinê ve diçe xurtir û mayîndetir bike. Bila Kirmanc (Zaza) bi Kurmancan re, bila Kurmanc bi Soranan re, bila Soran bi Hewraman re, bila Hewraman bi Loranan re tenya bi Kurdî biaxivin. Em boykotekê li ser zimanên xwe bikin û bi Tirkî, Farisî û Erebî bi hevdu re neaxivin. Helwesta rewşenbîrî û bîrbirî ev e ku pêşengên netewa Kurd divê bi vî awayî tevbigerin.
Em boykota neaxaftina bi zimanê serdestan, li hemberî "XWE" bikin! Û em vê boykotê ne weke kampanyayeke demkurtî pêk bînin, bi helwesteke mayîndeyî li jiyana rojane hemûyî belav bikin. Hingê dê siyasetmedarên me jî bi Kurdî biaxivin û bi Kurdî pirtûkên xwe binivîsin, hingê dê partîyên Kurdan bi zimanê netewa xwe dan û standinan bi hev re bikin û nêzîktirî hevdu bibin, hingê dê talan û dizî û qirqirina çand û zimanê Kurdî bêkêr bibe, hingê dê gotinên klîşeyî yên weke "fam dikim, lê nikarim biaxivim!" ji ferhenga Kurdan derkeve, hingê dê Kurd bi zimanê xwe (ligel devok û diyalektan hemûyan) bibin Kurd...
Em boykotekê li zimanê nava devê xwe bikin, em boykotekê li hemberî xwe bikin; bi zimanê serdestan neaxivin û qe nebe ji niha û pê ve bi axaftina Kurdiya Reş bûnewerîya xwe qehîm bikin: Em tenê BI KURDÎ BIAXIVIN!