Beriya Konferansa Neteweyî ku di meha cotmehê de li Hewlêrê pêk bê û hemû sazî û dezgehên ku ji Sûriye, Tirkiye, Îran û Îraqê beşdar bibin komîsyona amadekar a ji 20 kesan hate avakirin. KCD’ê di 5’emîn Civata Giştî de biryara lezkirina amadekariya Konferansa Neteweyî da. KCD, dê roja yekşemê bi beşdariya 101 emdamên daîmî yê meclîsê dîsa li hev kom bibe û yek mijara civînê jî amadekariya Konferansa Amadekariyê ya li Amedê ye.

KCD dê di Îlonê de konferansê pêk bîne
Heyeta ku ji Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, Hevserokê Giştî yê BDP’ê Hamît Geylanî, Serokê Giştî yê KADEP’ê Şerafettin Elçî, Serokê Giştî yê HAKPAR’ê Bozyel û Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar pêk tê, dê beriya konferansa neteweyî li herêma Federal a Kurdistanê û hemû saziyên Kurd ên li Tirkiyeyê re hevdîtinê pêk bîne. Piştî hevdîtina dê di meha Îlonê de li Amedê Konferansa amadekariyê pêk bînin. Bi vê konferansê tê armanckirin ku Konferansa Neteweyî bi awayekî xurt pêk bê.
Heyeta ku ji nûnerên partiyên Kurd pêk tê beriya konferansê dê bi Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê re jî hevdîtin pêk bîne û bertek û nerazîbûnên xwe yên li hemberî operasyonên Îranê bîne ziman.


 SERTAÇ KAYAR/ DÎHA/AMED