Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), şehîdên komkujiya Enfalê ku 33 sal beriya niha ji hêla rejîma Sedam Huseyin ve hatibû kirin, bi bîr anîn. KCD’ê di despêka daxuyaniyê de bal kişand ser komkujiyên heta niha li Kurdistanê hatine kirin û got, “Di ser Komkujiya Enfalê re ku di dîroka mirovahiyê de weke deqeke şermê ye, 33 sal derbas bûn. 14’ê Nîsana 1986’an komkujiya bi fermana dîktator Sedam Huseyin dest pê kir, heta sala 1989’an bê navber dewam kir û 182 hezar mirovên me hatin şehîdkirin û di gorên komî de hatin veşartin. Bandor û zerara vî sûcê li dijî mirovahiyê hê jî didome. Komkujiya Enfalê, ne ya destpêkê, ne jî ya dawiyê bû ji van komkujiyan ku dewlet û dagirkerên Kurdistanê li dijî gelê Kurd pêk anîne. Komkujiyên Qoçgirî, Agirî, Zîlan, Dersim, Mereş û gelek komkujiyên din pêk anîne û ev polîtîkayên komkujiyê li Qamişlo, Roboskî, Şengal, Kobanê, Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Geverê û di roja me de jî li Efrînê bi hilweşandin û talankirina bajaran ev komkujî tên dewamkirin.
Ti carî dest ji azadiyê bernedan
KCD´ê hevkariya hêzên derve jî bi bîr xist û got; “Dewletên dagirker van komkujiyên xwe bi piştgirî û desteka hêzên împeryalîst pêk tînin. Lewre, ev hêzên navneteweyî hevparên van komkujiyan in. Lê belê rastiyek heye ku gelê me, gelên Kurdistanê yê berxwedêr, ti carî li ber dagirker û zordaran serî netewandiye û teslîm nebûye; her tim li ber xwe daye. Berdêla wê çi dibe bila bibe, dest ji azadiya xwe bernedaye. Lewre dîktator û zordar li pêşberî mirovahiyê rûreş û sermezar bûne û vê berxwedan û sekna bi rûmet a gelê Kurdistanê hêvî, bawerî û wêrekî daye tevahiya gelên Rojhilata Navîn ku dest ji jiyana xwe ya azad û serbixwe bernedin.
Wê hemû berpirsyar hesap bidin
Em bi van hest û baweriyan di 33’emîn salvegera Enfalê de, vê komkujiyê bi tundî rûreş dikin. Em bawer dikin ku hemû berpirsyarên wê yên herêmî û navneteweyî wê hesap bidin û têkoşîna me ya azadî û rizgariyê wê bi serketinê tacîdar bibe.”
NAVENDA NÛÇEYAN