KCDK-E’yê nerazîbûn nîşanî provokasyona polîsan a li ser meşa Frankfûrtê da û got, “Li gorî qanûnên xwe tevbigerin.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê derbarê meşa komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurdistan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê weha tê gotin:

“Ji bo şermezarkirina tecrîda navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê meşek hatibû destpêkirin. Ligel ku provokasyon tê kirin jî ev meş didome. Ciwanên Kurd wê heta bajarê Strasboûrgê bimeşin. Di roja sêyemîn de ligel ku provokasyon hate kirin jî ciwan histyar tevgeriyan.

Ev meş li sê welatên cihê hatibû destpêkirin. Meşên li Luksembûrg û Cenevreyê bê problem domiya lê li Frankfûrtê polîsan kirinên antî demokratîk kirin. Gelo ev kirin şexsî ne yan jî polîsên bi eslê xwe Tirk bi qestî tê kirin. Em naxwazin bawer bikin ku ev biryareke navendî ye.

Em vê helwesta antî demokratîk û provokasyonê ya polîsan şermezar dikin. Em bang li hikumeta Elmanyayê û polîsan dikin da ku li gorî qanûnên xwe tevbigerin.

Em diyar dikin ku em pişta çalakiya bi coş a ciwanan digirin û em bi wan re ne.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN