
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Serokê Baroya Amedê, ji ber ku li gorî dewletê sûcê herî giran kir, hat qetilkirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, derbarê qetilkirina Tahîr Elçî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Her wiha KCK’ê ji malbata Elçî, hevalên wî û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Hevserokatiya Konseya Rêveber di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ji ber ku got, ‘PKK ne rêxistineke terorê ye’ hedef hat nîşandan û di encama vê yekê de hat qetilkirin.
Bersiva gotina ‘PKK’ê ne terorîst e‘, mirin e
Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî dewam kir: “Li Tirkiyeyê her kesê ji PKK’ê re nebêje terorîst, tê aforozkirin. Eger ev kes siyasetmedarekî naskirî be, bersiva jê re tê dayîn; mirin e. Dewleta Tirk, ji bo PKK’ê weke ‘rêxistineke terorîst’ bide qebûlkirin, li paytextên cîhanê digere û di vê oxirê de hemû çavkaniyên Tirkiyeyê pêşkêş dike. Li gorî dewleteke bi vî rengî, gotina ‘PKK ne rêxistineke terorîst e’ ji aliyê parêzerekî li cîhanê naskirî ve, sûcê herî mezin e. Jixwe Gladyoya Qesrê yekser ket nava tevgerê, ew derxist pêşberî dadgehê, hedef nîşan da û dûre jî ew qetil kir.”
Kujer dewlet e
KCK’ê da xuyakirin ku ji dîmenan jî bi zelalî derdikeve holê ku kujer dewlet e û wiha pê de çû: “Li gorî dîmenên ji aliyê rojnamevanan ve hatine girtin, Tahîr Elçî bi awayekî zelal û berbiçav, ji aliyê polîsekî kincê bi rengê qehweyî lê ye, hatiye qetilkirin. Di dîmenan de tê dîtin û bihîstin ku du polîs ji polîsê Tahîr Elçî qetil kir re dibêjin, ‘bilezîne ji vir biçe bila ti kes te nebîne’. Ev yek jî her tiştî bi awayekî zelal radixe pêş çavan. Ji ber ku bi guleyeke li pişt stuyê wî ketî hat qetilkirin, tetîk gelekî bi zanebûn hatiye kişandin. Xuya ye polîsan, ji ber ku Tahîr Elçî got, ‘PKK ne rêxistineke terorîst e’ ji berê ve ew xistine hedefa xwe û di dema herî guncaw de ew qetil kirine.”
Qetlîamên xwe vedişêrin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser axaftinên Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû û got: “Davûtoglû bi gotina ‘dibe ku di nava şer de maye, lewma gule lê ketiye’ hewl daye kirasekî ji vî sûcê xwe re bifesilîne. Gelo çawa pêkan e ku di navberê de bi tenê Tahîr Elçî dimîne û bi fîşekeke bi tenê ya polîsan a li stu ketî tê qetilkirin? Tevahiya gelê Kurdistanê gelekî baş dizane ku kuştina bi yek fîşekê ya li serî ketî, rêbazeke cezakirinê ye. Tayyîp Erdogan piştî vê cînayetê got, ‘mafdariya têkoşîna me ya li dijî terorîzmê hatiye dîtin’. Ev gotina Erdogan careke din nîşan dide ku hikûmeta AKP’ê ji bo polîtîkaya xwe ya şer û êrîşê rewa bike, bi çi rengî sivîlan qetil dike.”
Kesên ji xwe re muxalîf wekî dijmin nîşan didin
Her wiha KCK’ê da zanîn ku hikûmeta AKP’ê mirina sivîlan a li Kurdistanê normalîze dike û weke pêwîstiya pêkanîna asayîşê nîşan dide, hewl dide qetilkirina Tahîr Elçî jî weke ziyaneke pêkanîna vê asayîşa ku veguherandiye rêbaza teslîmgirtina gelê Kurd, nîşan bide. Daxuyanî bi vî rengî dewam kir: “Dide xuyakirin ku ew ê xwe bispere vê nêzîkatiyê û şerê li hemberî gelê Kurd dijwartir bike. Ji daxuyaniyên Tayyîp Erdogan tê fêmkirin û dîtin ku her êşeke gelê me, weke malzemeyeke dijwarkirina şer bi kar tîne. Her kesê li dijî vê gotina şer derdikeve jî weke xayinê welêt îlan dike. Daxuyaniyên Tayyîp Erdogan radixin pêş çavan ku wê desthilatdariya AKP’ê êşên gelekî mezintir bîne serê gelê me.”
KCK’ê diyar kir ku xistina vê desthilatdariyê, wezîfeya herî bingehîn a demokratîk e û nabe ku gelên me jiyana xwe ya demokratîk û azad ji însafa vê desthilatdariyê re bihêlin.
Banga têkoşîna li dijî AKP’ê
Di dawiya daxuyaniyê de KCK’ê banga têkoşêna li dijî AKP’ê kir û daxuyanî bi vî rengî bi dawî kir: “Desthilatdariyek ku rojnamevanan digire, êrîşên polîsan ên li hemberî siyasetmedaran normal dike û bi hêsanî mirovan qetil dike, aşkera ye ku bi her awayî nebaşî jê tê. Qetilkirina Tahîr Elçî bi awayekî bêperwa û xwînsarî ji aliyê polîs ve, delîla herî şênber a vê yekê ye.
Li ser bingeha vê rastiyê, êdî pêwîstiyek e ku li Tirkiyeyê blokeke demokrasiyê bê avakirin û li dijî AKP’ê têkoşîn bê meşandin.
BEHDÎNAN
KNK: Kujerê Elçî desthilatdariya AKP’ê ye
Sazî, rêxistin û kesayetên Kurdîstanî derbarê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de daxuyanî dan û diyar kirin ku kujerê Tahîr Elçî hikûmeta AKP, Qesr û Gladiyoyên girêdayî wî e.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, (KNK) qetilkirina Elçî şermezar kir û got, “Em kujerên wan nas dikin, kujer, ew in ku ji helwêst, têkoşîn û kesayetiya Tahir Elçî ne razibûn. Kujer desthilatdariya AKP´ê ye, kujer ew hêzên tarî yên dewletê ne ku berî niha bi hezaran Tahir qetil kirin.”
Gelê Kurd bi van rêbazên dewleta Tirk baş dizane
KNK’ê bi daxuyaniyekê nivîskî, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ji aliyê hêzên dewletê ve, şermezar kir.
Konseya Rêveber a KNK’ê da xuyakirin, ku Tahir Elçî, ji ber kar û xebata xwe ya alîgiriya wî ya mafên mirovan, nasnameya azadiyê û aştiyê, ev demeke dirêj bû ku bûbû armanca desthilatiya AKP´ê û hêzên dewletê û got, “Herî dawî di bernameya televîzyonekê de, ji ber ku gotibû ‘PKK ne rêxistinek terorê ye’ xwe kiribû armancek aşkera. Pêşî ew girtin bin çavan, derxistin dadgehê, û bi daxwaza 7.5 sal cezayê girtîgehê dihate darizandin. Îro jî, bi destê wan aliyan ku ev ceza kêm didîtin, hate qetil kirin.
Em ne biyaniyên van êrîşan in. Heta roja îro bi hezaran siyastemedarên Kurd, ji aliyê heman hêzên tarî ve bi heman şêweyan hatine qetilkirin. Em kujerên wan nas dikin, kujer ew kes in ku ji hilwêst, têkoşîn û kesayetiya Tahir Elçî ne razibûn. Kujer desthilatiya AKP´ê ye, kujer ew hêzên tarî yên dewletê ne ku berî niha bi hezaran Tahir qetil kirin. Bila kes li cîhekî cudatir li kujeran negere.
Êrîş li ser siyasetmedarên Kurd, li ser mirovên doza azadiya Kurdistanê dan meşandin û li ser Gelê Kurdistanê hatiye kirin. Em, vê êrîşa li dijî mirovahiyê û failên wê bi tundî şermezar dikin, di serî de ji malbata Tahir Elçî re, ji dost û hevalên wî re, ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Bi vê munasebetê, em bang dikin li hemû gelê xwe, divê em li bîranîna Şehid Tahir xwedî derkevin û em tekoşîna wî ya azadiyê xurt bikin.”
MLKP Kurdistan: Erdogan berpirsyar e
MLKP Kurdistan jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: “Ev komkujiyeke aşkera ya dewletê ye û berpirsyarê wê hikûmeta AKP’ê û serokê wê yê fiilî Tayyîp Erdogan e. Jixwe wan Elçî hedef nîşan da û gef lê xwarin.”
MLKP Kurdistan di daxuyaniya xwe de got, AKP partiyeke şer e û Tayyîp Erdogan berpirsyarê sereke yê vî şerê qirêj e û bi vî rengî pê de çû: “Wan mîna çeteyên DAIŞ’ê bi vê cinayetê îlan kiriye ku kesê ne di xeta wan de bin, ew ê wan qetil bikin.”
Berhem Salih: Têkoşîna Elçî li dijî rejîmên dagirker bû
Cigirê duyem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Dr. Berhem Salih derbarê kuştina Tahir Elçî de got; “Têkoşîna Elçî li dijî rejîmên dagirker û kesên êrîş dibirin ser gelê Kurd bû.”
Dr. Berhem Salih qetilkirina Elçî weke êrîşek li dijî azadî û demokrasiye bi nav kir û wiha dewam kir: “Elçî wê di dilê gelê Kurd û azadîxwazên cîhanê de bijî. Peyama herî dawî ya Elçî aştî û demokrasi bû. Têkoşîna Elçî li dijî rejîmên dagirker û kesên êrîşk dibirin ser mafê gelê Kurd û gelên aştîxwaz bû.”
Mele Bextiyar: Dijminê aştî û demokrasiyê ne
Berpirsê Desteya Rêveber ê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar jî diyar kir ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê dijminê aştî û demokrasiyê ve hatiye şehîdkirin û wiha peyivî: “Bi şehîdkirina Tahîr Elçî, dixwazin dengê demokrasîxwazên gelê me ji holê rakin û karwanê parêzvanên maf û azadiya gelê me bikujin.” n NAVENDA NÛÇEYAN