Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyên hukûmeta Tirk ên der barê Ocalan û hevdîtinên Osloyê de weke “hemleyek nû ya taktîkî” bi nav kir û got; “Di vê demê de tevgera me bi dewleta Tirk re tu diyalog û hevdîtin pêk neaniye.” KCK’ê destnîşan kir ku niyeta dewleta Tirk ne çareserî ye, mijûlkirina Kurdan e û diyar kir ku ji bo Ocalan bikare rola xwe bileyîze divê gavên berbiçav bên avêtin.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê bûyerên di rojevê de û bi taybet daxuyaniyên rayedarên Tirk ên der barê rewşa Ocalan û hevdîtinên Osloyê de daxuyaniyên girîng da. KCK’ê daxuyaniyên Erdogan û Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn yên li ser hevdîtinên Ocalan derew derxist û diyar kir ku Ocalan di berxwedaneke mezin de ye.

Bi taktîkî tevdigerin

Daxuyaniya KCK’ê wiha didome; “Serokwezîr û Wezîrê Dadê yên dewleta Tirk ya ku li hemberî gel û tevgera me şerek topyekun dane destpêkirin, di van demên dawiyê de der barê Îmrali, Rêber Apo û Osloyê de daxuyanî dan. Her çendî di şêwaza bilêvkirinê ya van daxuyaniyan de hin guhertin hebin jî, lê bi kurtî tu tiştek nû îfade nakin. AKP dixwaze bi van daxuyaniyên ku beşek girîng a wê ne rast in û manuplasyon tê de hene, rê li ber çareseriya demokratîk bigire û ev yek pêngaveke nû ya taktîkî a dewletê ye.

Diyalog nîne

KCK diyar kir ku çapemeniya Tirk jî vê yekê bi temamî berovajî dike, rastiyan vedişêre û hewl dide agahiyên şaş bide civakê û rêbaza xwe ya bi vî awayî kûrtir dike. KCK da zanîn ku îdîayên ku dibêjin di navbera KCK´ê û dewleta Tirk de diyalog û hevdîtin hene ne rast in û got "Di vê demê de tevgera me bi dewleta Tirk re tu diyalog û hevdîtin pêk neaniye. Nûçeyên bi vî awayî bi temamî derew in."

Ocalan li ber xwe dide

KCK´ê diyar kir ku Ocalan li hemberî helwesta dij huqûqî û ne ehlaqî helwest nîşan daye, serê xwe netewandiye, diyar kiriye ku ew ê li ber xwe bide û hevdîtinê qebûl neke. KCK li ser helwesta Ocalan weha got: "Rêber Apo li hemberî rêbazên qirêj ên AKP’ê yên li hemberî rûmeta mirovan û tundiya li hemberî gelê me tê pêkanîn, ketiye nava berxwedanê. Berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye û seknek bi rûmet a mirovahiyê ye."
KCK´ê diyar kir ku Serokwezîrê Tirk Erdogan û wêzîrên wî ji bo vê berxwana Ocalan veşêrin daxuyaniyên derew didin. KCK´ê ev weke hewldanên manîpîlasyonê bi nav kir û weha got: "Hikûmeta AKP´ê û çapemeniya Tirk bi taybetî dixwaze ku dengê Rêbertiya me bi awayekî rast negihije gelê me û gotinên wî yên sînordar ên ku derdikeve derve jî berovajî bike."

Îdîa ne rast in
KCK´ê bal kişand ser îdîayên ku li dijî tevgera azadiya Kurd tê kirin ku û diyar kir ku ev bi armanca şerê psîkolojîk tê kirin. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Bi nûçe û agahiyên derew in ku tu rastiya wan nîne tê gotin ku tevgera me jihev belawela bûye û bi van gotinên derew şerê psîkolojîk û manîpîlasyonê dike. Serokwezîrê Tirk li ser van mijarên ku em baş jê agahdar in, bi aşkereyî derewan dike. Ev gotinên Serokwezîrê Tirk jî dide xuyakirin bê ka ew di çareseriya pirsgirêkê de çiqasî jidil e; ‘’Bi Îmraliyê û Osloyê re hevdîtin dikarin pêk bên lê bi BDPyîyan re qet nikarim hevdîtinê bikim û bi wan re di bin heman banî de bimeşim.
Beriya her tiştî divê her kes vê bizanibe: Aliyê kurd yek e û yekbeden e. Neteweya kurd û tevgera azadiya kurd bi sazî û dezgehên xwe yên legal û îllegal helwesteke hevpar nîşan dide û wekî muxatabê dîyalogê jî Rêber Apo qebûl kiriye. Beriya her tiştî serokwezîrê tirk divê dest jê berde ku cihêkariyê bike û dev ji hewldanên xwe yên ku dixwaze aliyê kurd parçe bike, berde. Daxuyaniyên ku îdîa dikin ´wê serokwezîrê tirk pêvajoyeke nû bide dest pê kirin´ cihê nîqaş û gumanê ye. Rakirina destlênedana parlementerên ku temsîlkarên siyaseta kurd in û avêtina wan a li girtîgehê bi mîsogerî wê şer berfirehtir û kurtir bike. Li gel vê rastiyê jî gotinen; ‘’hem ez ê kesên ku gerîla hembez kirin têxim girtîgehê û hem jî ez ê bi gerîlayan re li hev bêm’’’ ne karê biaqilan e."

AKP dixwaze bixapîne
KCK´ê diyar kir ku eger Hikûmeta AKP´ê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de jidil û samîmî be divê projeya xwe ya çareseriyê eşkere bike û daxwazên xwe weha rêz kir: "Beriya her tiştî, ji bo ku Rêber Apo bikaribe di pêvajoya çareseriyê de rola xwe pêk bîne, divê ‘’şertên tendirustî, ewlekarî û bi azadî tevbigere’’ werin pêk anîn. Bêyî ku gavên wilo berbiçav û pêbawer bavêje, daxuyaniyên serokwezîrê tirk ên bi nakokî, eklektîk û belawela ne pêkan e ku pêvajoyeke nû bi pêş bikeve. Tevgera me li gel çareseriyeke samîmî ku tê de xapandîn nînin, demokratîk, aştîxwaz û dadmendane ye; encax di nav vê çarçoweyê de tevgera me wê nêzîkatiyeke pêk bîne, bûyeran bişopîne, bi taybetî wê li gavên pratîk ên hikûmetê binêre û li gorî vê jî wê di cihê hewce de helwesta xwe nîşan bide."
KCK bang li gel jî kir ku li hemberî taktîkên AKP´ê hişhar bin û neyên xapandin. 

ANF/BEHDÎNAN