KCK di çarçoveya nexşerêya xwe ya ji bo yekîtiya neteweyî de serdanên xwe yên ji  bo partiyên siyasî yên Kurd, dewam dike. Şandeya KCK’ê bi vê mebestê li Zirgiwêz çû serdana Navenda Rêveberiya Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşan ya Kurdistana Îranê.

Şandeya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) 2 saetan hedîtin kir bi nûnerên Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşan re. Di şandeya KCK’ê de Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê KCK’ê Serhed Varto, endamê  komîteya pêwendiyên Başûrê Kurdistanê yê KCK’ê Dr. Huseyîn Amed û Merwan Amed hebûn, û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşgeran Ebûbekir Mûderisî, Endamê Mekteba Siyasî ya Komeleya Şoreşgeran Salih Şerîfî, Endamê Komîteya Navendî Îbrahîm Muhemedî û Îdrîs Kulahduzî ew pêşwazî kirin.


Gaveke girîng bû

Piştî hevdîtinê herdu alî têkildarî naveroka hevdîtinê ji çapemeniyê re axivîn û peyamên yekîtiyê dan. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komelaya Şoreşger û Zêhmetkêşan a Kurdistana Îranê Ebûbekir Mûderisî destpêkê diyar kir ku hevdîtina bi KCK’ê re ji bo wan pir baş û erênî bûye û got, “Em herdu alî li ser gelek mijarên girîng yên weke pirsgirêka yekîtiya neteweyî, sazkirina danûstandin û hevgirtina di navbera partiyan de, mijarên ku divê bi taybetî Kurd li hember rewşa siyasî ya niha bikin, axivîn. Divê Kurd ji bo diyarkirina çarenûsa Rojhilata Navîn pêşengiyê bikin. Di hindek mijaran de jî fikrê me yê ji hev cuda jî hebûn. Lê ya girîng her aliyek fikrê xwe parve kir û ev bixwe jî ji bo destpêkê gaveke girîng bû.”

 

Parçebûn xetera herî mezin e

Ji şandeya KCK’ê Serhed Varto jî piştî Mûderîsî têkildarî encama hevdîtinê got, “Hevdîtina me bi armanca sazkirina yekîtiya neteweyî bû. Em herdu alî jî di vê mijarê de hemfikir bûn ku Kurd rûbirûyê metirsiyan in lê, di heman demê de jî derfet heye ku bigihijin mafê xwe. Xeteriya herî mezin parçebûna Kurdan e. Heger hîna jî hêzên dagirker nêzî çareseriya pirsgirêka Kurd nabin, jêdera vê jî parçebûna Kurdane. Me projeya xwe ya ji bo yekîtiya neteweyî pêşkêş kir û wan jî got, ew ê li ser nîqaş bikin û paşê fikrê xwe bi me re parve bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku KCK di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî de berî niha bi Goran, PDK-Î, HDK, Komeleya Zehmetkêşan ya Rojhilat, Komela Îslamî ya Başûrê Kurdistanê re jî hevdîtin kiribûn. Hevdîtina herî dawî jî bi Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê re bû.