Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê komkujiya li Pirsûsê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Hevserokatiya KCK’ê da zanîn ku di êrîşa bombeyî ya li Navenda Çandê ya Amara ya li Pirsûsê de bi dehan ciwanên sosyalîst ên şoreşger û gelê sivîl hatine qetilkirin.
KCK’ê bi lêv kir ku ew mirovên di vê komkujiyê de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin û soza ew ê têkoşîna wan bilind bikin didin û ev tişt diyar kirin: “Berpirsyarê sereke yê vê komkujiyê hikûmeta AKP’ê ya ku piştgiriyê dide DAI’ê ye. Kujerê van ciwanan yekser hikûmeta AKP’ê ye. Têkilî û tifaqa AKP’ê ya li ser dijminatiya kurdan bi DAIŞ’ê re kiriye, rê li ber vê komkujiyê vekiriye. Li Sûriyeyê jî li Tirkiyeyê jî DAIŞ ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatiye afirandin. Êdî li Tirkiyeyê kî DAIŞ’î ye, kî endamê îstîxbaratê yê di bin fermana AKP’ê de ye, ne diyar e. AKP ji ber dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan, DAIŞ xistiye nava Tirkiyeyê û bi DAIŞ’ê re ketiye nava hev.”
KCK’ê da xuya kirin ku hikûmet AKP’ê DAIŞ a ku bi piştgiriya xwe xwedî kir, hem di polîtîkaya li Rojhilata Navîn de xwest weke amûrekê bi kar bîne, hem jî bi destê van çeteyên faşîst xwest Şoreşa Rojava ji holê rake û ev xal destnîşan kirin: “Di encama vê de jî sînorê Tirkiye-Sûriye ji bo DAIŞ’ê bû cennetek. Çeteyên ji her aliyên cîhanê tên, ji vî sînorî derbasî Sûriyeyê hatin kirin. Di heman demê xetên li ser sînor ji bo DAIŞ weke kampên perwerde-rêxistinbûYîn û navendên lojîstîkê bi kar bîne, hatin vekirin. Ger îro li Rojhilata Navîn faşîzmeke DAIŞ’ê hebe, afirînerê herî mezin ê vê faşîzmê hikûmeta AKP’ê ye.”
KCK’ê destnîşan kir ku bi vê êrîşê re baştir hatiye fêmkirin ku çima AKP çekdanînê li ser gerîla ferz dike û ev tişt anîn ziman. “AKP dixwaze Kurdistan û Tirkiyeyê bêparastin bihêle û bi vî rengî kûçikên xwe berde naverastê. Dixwaze hemû astengiyên li pêşiya zîhniyeta xwe ya faşîst û otorîter ji holê rake. Dewleta tirk a ku bi dijminê kurdan re tifaqê dike, ji bo kurdan qir bike vê carê hêzên faşîst ên qirkirinê bi kar tîne. Tu kes nikare bêje ev êrîş bêyî haya hikûmeta tirk û rêxistinên îstîxbaratê yên tirk jê hebe, rû daye. AKP dê ji sedî sed hesabê van êrîşan bide.”
KCK’ê da xuyakirin ku rasthatinek nîne piraniya mirovên di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane ciwanên sempatîzanên ESP’ê yên piştgiriyê didin Şoreşa Rojava ne û ev tişt ragihandin: “Vê êrîşê nîşan daye ku AKP’ê ne tenê gelê kurd û Tevgera Azadiyê hedef girtiye, di heman demê de hemû hêzên sosyalîst ên piştgiriyê didin Şoreşa Rojava û dostên Şoreşa Rojava hedef girtiye. AKP û lîderê wê ku ne xwedî zîhniyeteke demokratîk e, dû avakirina hegemonya xwe ya li Tirkiyeyê ye, hatiye fêmkirin ku dê ji niha û pê ve ne tenê li dijî gelê kurd, li dijî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi tifaqa xwe ya çeteyên faşîst re, bimeşîne. Tayyîp Erdogan û AKP dixwaze Tirkiyeyê bikin welatekî ku li hemberî kurdan û hêzên demokrasiyê şerekî qirêj tê meşandin. Ancax gelê kurd û hêzên demokrasiyê yên rabûne ser piyan dikarin pêşî li vê polîtîkaya qirêj bigirin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî hikûmeta AKP’ê ya ku berpirsyarê sereke yê komkujiya li Pirsûsê ye, têkoşînê xurt bikin; derhal bi bernameyeke demokrasiyê li hemberî van polîtîkayên qirêj têbikoş in.”
ANF/BEHDÎNAN