KCK'ê da zanîn ku li hemberî vê yekê ew jî dibêjin ku ya girîng ne demagojiya "pêvajo baş dimeşe' ye. 


'Divê gavên berbiçav bavêje'

KCK'ê destnîşan kir ku divê AKP dest ji bendemayîna daxuyaniyê berde û gavên şênber bavêje û wiha gotin: "AKP a ku di zîhniyetê xwe de tu guhertin nekiriye û di pêkanîna pratîkî de tu gav neavêtiye, nehatiye muzakereyê, gelo bi kîjan rûyî û bi kîjan exlaqa polîtîk li bendê ye Rêberê Gelê Kurd û tevgera me daxuyaniyê bide. Muzakereyên ku diviyabû di 15'ê Sibatê de dest pê bikira û gelekî bi pêş ve biçûya, hînê ji aliyê AKP'ê ve nehatiye destpêkirin. Halbûkî 15'ê Sibatê ji bo me gelekî girîng bû. Ji ber van polîtîkayên dûrî muzakereyê û hevnegirtî yên AKP'ê, mafê me derketiye holê ku em pêvajoyê û nêzîkatiyên AKP'ê bi awayekî cidî lêpirsîn bikin. Weke tevger, em di qonaxa wergirtina biryarên nû û lêpirsîneke krîtîk û cidî de ne."

KCK'ê ragihand ku Ocalan pêşnûmeya muzakereyê di hevdemiyê de ji dewleta AKP'ê û tevgera wan re ragihandiye û wiha pê de çû: "Di encama nîqaşên berfireh ên hemû pêkhateyên tevgera me de, me ji raya giştî re bi awayekî vekirî û zelal ragihand ku em destekê didin pêşnûmeya muzakereyê ya Rêberê xwe û em li dû wî ne. Lê belê AKP'ê careke din polîtîkaya mijûlkirinê meşand û di vê de israr kir. Li şûna derxistina qanûnên demokratîk û avêtina gavên pratîk ên şênber, di bin navê pakêta ewlekariya hundirîn de qanûnên faşîst derdixîne."


Di pêvajoyê de qonaxa krîtîk

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî bi dawî bû: "Pêwîst e AKP êdî demagojî, polîtîkayên ji bo afirandina têgihiştina sexte û mijûlkirinê biterikîne. “ KCK´ê xwest AKP´ gavên şênber biavêje, û got, “ji bo me pêvajo, bi 15'ê Sibatê re hatiye noqteyeke xetere, krîtîk û bidawîbûnê." 


 ANF/BEHDÎNAN