Rêveberên KCK’ê, partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl ji bo konferanseke Kurd a netewî bang dikin. Lê ev hewldan heta îro şênber nebûn. Di vê çarçoveyê de KCK’ê heyetek ava kir û li herêma Kurdistanê dest bi hevdîtinan kirin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok û berpirsê karêderve yê KCK’ê Ahmet Denîz jî di nav heyetê de di 5’ê Gulanê de li Silêmaniyê bi YNK’ê re hevdîtin kir. Heyeta KCK’ê ji aliyê cigirê sekreterê giştî yên YNK’ê Dr Behrem Salî û endamên polîtburo Kadîr Heme Can, Çeto Hîwezî, û Mahmud Hacî Salih ve hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de konferansa Kurd hat nîqaşkirin û hate xwestin ku dîwarên di navbera YNK û partiyên Kurd de bên rakirin û têkiliyên xwe baş bikin. YNK’ê jî ev erênî pêşwazî kir.
Konferans hate nîqaşkirin
Di 9’ê Gulanê de jî heyeta KCK’ê çû serdana serokê Tevgera Goran Newşîwan Mistefa. Gele rayedarên payebilind yên tevgera Goran amade bûn û liser navê heyeta KCK’ê endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta û Zekî Şengalî û endama Komîteya Karê Derve ya KCK’ê Ferham Amara tevli bû.
Ferhan Amara der barê hevdîtinê ji DÎHA’yê re axivî û diyar kir ku hevdîtinê de pêvajoya aştiyê hatiye axaftin û her wiha konferansa Kurd hatiye nîqaşkirin. Amara da zanîn ku hevdîtin di hewayeke erênî de derbas bûye û got ji bo komîsyon amadekariyê ya ji bo konferansa netewî ya Kurd jî heman fikr parastine.
DÎHA/HEWLÊR