KCK’ê ragihand ku di dîroka mirovahiyê de êrîşên wiha bi alçaxî nehatine dîtin. KCK’ê destnîşan kir ku ji bo tolhildanê êrîşa bi zanebûna a li dawetan nîşan dide ku ev çeteyên faşîst ti têkiliyên xwe bi ti nirxên mirovî re nîn e û ev careke dî jî hatiye nîşandan.
Wê hesab ji wan were pirsîn
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji vê komkujiyê bi qasî DAIŞ’ê yên wê xwedî dikin, hemû dewletên pê re têkildar in û hêzên siyasî jî berpirsyar in’’ û wiha hate dewam kir; ‘’Ji ber van sûcên der mirovî, ne tenê DAIŞ, dewletên piştgirên wan, hêzên siyasî û çi kesên têkildarî wan bin jî wê hesab bidin. DAIŞ û hemû kesên ku hevkarên van sûcan in wê hesab ji wan were pirsîn.’’
BEHDÎNAN