Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî berxwedana gelê Kurd li Kurdistan û derveyê welat silav kir û KCK’ê da zanîn ku gelê me li welat û derveyî welat li çar aliyê Kurdistanê bi awayekî xurt bertek nîşanê Komploya Navneteweyî daye.
Daxuyaniya KCK’ê wiha berdewam dike: “Gelê me li welat û derveyî welat li çar aliyê Kurdistanê bi awayekî xurt bertek nîşanê Komploya Navneteweyî da. Bi giyanê yekitiya neteweyî li derdora Rêber Apo hatin cem hev, bi çalakiyên greva birçîbûnê û çalakiyên din jiyanê dane rawestandin. Gelê me li Ewropayê ji Strasburgê, heta Hewler, Amudê, Qamişlo, Amedê heta Wanê, ji Wanê heta Edene û Stenbolê ji wir heta Moskowê hêrsa xwe ya li hemberî komployê daye nîşandan û bi yekdengî azadiya Rêber Apo xwestiye. Gelê me bi van çalakiyan israra xwe ya ji bo berxwedanê nîşanê hemû derdoran daye. Em vê sekna bi çalak a gelê xwe ya çar aliyê welat û cîhanê silav dikin.
KCK’ê da zanîn ku asta şeremezarkirina komployê ya gelê me ku AKP’ê piştî girtin, binçavkirin û pêkutiyên hovane digot ‘car din nikarin pişta xwe rast bikin’ wekî sîleyek li rûyê hikûmetê xist. Daxuyaniya KCK’ê wiha berdewam dike: “Li gel ku operasyonên qirkirina siyasî her roj didomin, nêzî 7 hezar kes hatine girtin jî berxwedana siyaseta Kurd a berxwedêr li girtîgeh û derva bê navber didome.”
Berxwedana girtiyan
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku di girtîgehan de grevên birçîbûnê ku Parlamentera BDP’ê ya Şirnexê Selma Irmak jî tevli bûye didomin û ev tişt gotin: “Em di kesayeta Irmakê de hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav dikin. Qirkirina siyasî a bi propagandaya reş tê domandin, çavê gelê me netirsandiye, berevajî bûye sedema bilindkirina asta berxwedanê. Tu astengî, pêkutî û hovîtî gelê me yê azadîperwer ji riya wî dûr naxe. Tişta ku AKP naxwaze bibîne îradeya gel e. Ji bilî naskirina vê îradeyê tu rê li ber AKP’ê tune ne.”
‘Divê Bagiş îstîfa bike'
KCK’ê bal kişand li ser gotinên Egemen Bagişê jî û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku AKP tengav bûye serî li gotinên du rû, derew, bêbextîker û tewanbar dide. Egemen Bagiş ê AKP’î ku tevgera me wekî ‘Organîzasyona bazirganiya Tiryakê dike’ îlan kiriye divê van îdîayên xwe îspat bike. Ger ew îspat neke, ew bêşeref e.”
KCK’ê aşker kir ku gelê Kurd bi dirûşima ‘Êdî bese! An azadî An azadî’ bilindkirina têkoşînê a bi birdariya 15’ê Sibatê derketiye holê, wê me nêzî Rêber Apo bike. Li ser vê esasî divê li hember AKP berxwedan bê navber bê domandin.
ANF/BEHDÎNAN