Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi daxuyaniyekê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir.
KCK´ê di daxuyaniya xwe de zimanê Dayikê weke sedema hebûna mirovan bi navkir û got:“Mêtîngerî tenê bi talankirina çavkaniyên binerd û sererd ên welat û gelên ku mêtîngehkirî re sînordar nemane, di heman demê de jî ziman, çand û nirxên civakî yên gelên mêtîngeh an jî gelên ku bi xwe ve girêdane jî qedexe kirine, bi polîtîkayên bişavtinê re xwestine tine bikin, bi sepandina qirkirina civakê re jî biçûk xistine.
Êrişên ku li ser zimanê dayikê yê ku parçeyeke ji hebûna mirov û civakê ye, amûra şiyarbûn, çêbûn û veguhestina hişmendiya neteweyî çêdibin jî, di heman demê de weke qirkirina civakî û sûcê mirovahiyê tê qebûlkirin.”
Komîteya Perwerdê ya KCK’ê di dawî de got:”Qirkirina çandî, qirkirina ziman û qirkirina qewmî ya mijara gotinê careke din jî mehkûm dikin û em weke Tevgera Azadiyê bi mirovahiya pêşverû re didin diyarkirin ku li hemberî van pêkanînan têkoşîna xwe heya serkeftinê bi awayeke bibiryar bidomînin.”
ANF/BEHDÎNAN