KCK’ê fermandar Egît bibîranî

Haberleri —

KCK’ê  di daxuyaniya xwe de ji bo tevlibûna meşa Newla Qeseban ya ku ji bo xwedî derketina bîranîna Şehîd Korkmaz kir û wiha got: “Gelê Kurd bi serhildanên dîrokî yên Newrozê re di hefteya qehremaniyê de bi biryareke mezin xwedî li şehîdên xwe derketiye. Di Newrozê de gelê me bi serhildanên xwe bîranîna heval Mazlum, Rahşan, Zekiye, Berîvan û Sma daye jiyandin û îro jî ala berxwedanê  ji zindanên Amedê , ala heval Egît ya li ser çiyan hil dide.

Rêber Apo ji bo heval Egît digot ‘yê ku herî baş ez fêm dikirim heval Egît bû’ û hem di derketina wî ya derveyê welat û hem jî di pêngava 15’ê Tebaxê ya sala 1984’an a Eruhê de rola fermandiyê girtiye ser xwe.  Ew fermandarê rastîn yê gelê Kurd bû.
Di demeke ku bê hêvî, bê bawerî û bê biryarî dihat jiyandin de  li dijî her cureyê teslimiyetê, koletî, tirsê  bû sîmgeya biryar, berxwedan û qehremaniyê.
Em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku tevli serhildana meşa Newala Qeseban bibe.”

BEHDÎNAN


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.