Daxuyanî her weha li ser navê Akademiya Çand û Huner a Şehîd Sefkan hatiye belavkirin. Rola pêşeng a Hozan Sefkan û Hozan Mizgîn di Tevgera Rizgariya Kurd de hat birbîrxistin û daxuyaniyê weha dewam kir: 

“Hevalê Sefkan bi tevlîbûna xwe bi reng û dengê xwe di heman deme de bi fermandariya xwe li çiyayên azad bû remza fedekarî, cesaret, afrînerî û hunera azad di wargehên ku îro bi sedan gerîla tê de bi cîh bûna û tedikoşin. 

… Heval Sefkan yekemîn kes e ku hunera şoreşgerî di nava rêxistinê de kir. Di avakirina Hunerkom û koma Berxwedan de rola pêşeng lêyîst. Di heman demê de hunermendê yekem e ku derbasî çiya bû, di şert û mercên herî zehmet de xweşikbûna xwezayê, lêgera azadiyê, hedef  armancê tekoşînê û xwedî derketina hevaltiyê bi deng û helbestên xwe yên gelêrî û şoreşgerî gihand civakê. Ji ber vê yekê heval Sefkan di roja meya îro de jî pêşengê xeta çanda netewa demokratîk e.” 

Daxuyanî keda hunermend şoreşger bi bîr dixe û weha bi dawî dibe: “Weke Tev-Çand û Akademîya Şehîd Sefkan a Çand û Hunerê hemû soz û tekoşîna me wê bibe avakirina netewa demokratîk û çanda netewa demokratîk.” 


NAVENDA NÛÇEYAN