Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku YNK’ê kongreya xwe ya 4’an bi rengekî serketî kiriye û daxwaza serketinê ji YNK´ê re kir.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“YNK’ê kongreya xwe ya 4’an bi rengekî serketî pêk anî û rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Em bawer dikin ku biryarên di kongreyê de hatin dayîn, wê ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bi xêr bin û em daxwaza serketinê ji rêveberiya nû re dikin.

YNK bi nêrîn û karakterê lîderên hêja Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî ava bû û bi pêş ket, wê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd di asteke girîng de xurt kir. Dostaniya Rêber Apo ya li ser bingeha biratiya gelê Kurd bi lîderên siyasî yên hêja Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî re kir, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd xurt kir û nirxên girîng lê zêde kirin.

Di demekê de ku li Iraqê û Rojhilata Navîn bûyerên girîng ên siyasî diqewimin, pêkhatina kongreya YNK’ê gaveke dîrokî ye. Dema ku xwe ji bo bûyerên diqewimin amade bikin, ev yek wê ji bo destketiyên gelê Kurd, ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd encamên gelekî erênî biafirîne.

Em bawer dikin ku YNK wê li gorî nirxên şehîdên Kurdistanê û lîderên hêja Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî tevbigere, li ser xeta wan a siyasî ji niha û pê ve bêhtir xizmetê ji gelê Kurd re bike. Em ji civata YNK’ê re di karê wan de serketinê dixwazin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN