
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, serketina Reqayê li gelan û şervanan pîroz kir. KCK’ê destnîşan kir ku serketina li Reqayê serketina netewa demokratîk e û bi rizgarkirina Reqayê re, li Sûriyeyê serdemeke nû dest pê kiriye.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, derbarê serketina Reqayê de daxuyaniyeke nivîskî da û hemû şervanên Kurd, Suryanî, Ereb, Tirkmen, Tirk û enternasyonalîst ên di pêngava azadkirina Reqayê de şehîd bûn, bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Bi serketina Reqayê re wê pêvajoya afirandina Sûriyeya demokratîk a li ser bingeha demokratîkbûnê hîn bi lez bi cih were. Sûriyeya demokratîk, ku Kurd, Ereb, Suryanî, Çeçen, Durzî, Tirkmen û hemû gelên din bi nasname û çanda xwe lê bijîn, wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe mînak.”
Bû nîşaneya biratiya gelan
KCK´ê hemû şervanên di vê pênvavê de cîh girtine pîroz kir û destnîşankir ku azadkirina Reqayê di encama ked, hewldan û berdelên mezin yên QSD û hemû hêzên çekdar ên şoreşger ku di vê pêngavê de cîh girtine pêk hatiye. KCK´ê anî ziman ku ev şer bi navê tevahiya mirovahiyê hate kirin. KCK her weha destnîşankir ku şerê li Reqayê şerê demokrasî û azadiyê ye ku bi navê gelên Rojhilata Navîn hate kirin û weha got: “Serketina ku li Reqayê li hemberî DAIŞ‘ê hate bidestxistin, serketina neteweya demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê û gelemperiya Sûriyeyê ye. Di serî de ciwanên Ereb û Kurd ên ji Reqayê, gelên Suryanî, Tirkmen, Çeçen û hemû gelên Sûriyeyê tevlî vî şerî bûne. Li Reqayê di têkbirina DAIŞ‘ê de ciwanên Ereb roleke gelekî girîng lîstin û zîhniyeta neteweya demokratîk û biratiya gelan xurt kirin. Lewma, ‘Cenga Mezin’ a li Reqayê bû nîşaneya berbiçav a biratiya gelan a bi feraseta neteweya demokratîk. Em hemû gelên ku cihê xwe di vî şerî de girtine pîroz dikin.”
Bingehê yekîtiya demokratîk afirand
KCK her weha diyar kir ku bi rizgarkirina Reqayê re, ji bo yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê gaveke gelekî girîng hatiye avêtin û Federasyona Sûriyeya Demokratîk bi vê karaktera xwe, wê bibe bingeha yekîtiya Sûriyeyê. KCK got, “Bi rizgarkirina Reqayê em bawerin ku li Sûriyeyê serdemeke nû dest pê kiriye. Bi serketina Reqayê re wê pêvajoya afirandina Sûriyeya demokratîk a li ser bingeha demokratîkbûnê hê bi lez bi cih were. Sûriyeya demokratîk, ku Kurd, Ereb, Suryanî, Çeçen, Durzî, Tirkmen û hemû gelên din bi nasname û çanda xwe lê bijîn, wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe mînak.“
Wê yekîtiya Suriyeyê xurt bike
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şerê li Reqayê li dijî DAIŞ‘ê hate kirin û bicihhatina feraseta neteweya demokratîk a di vî şerî de, rê û rêbazên Sûriyeya demokratîk raxistine pêş çavan. KCK destnîşankir ku aştî û aramiya Sûriyeyê, bi pêkhatina feraseta siyasî ya federal û xweser a demokratîk a demokasiya herêmî û feraseta neteweya demokratîk dibe û weha dewam kir: “Em pê bawerin ku bi vî rengî wê hem yekîtiya Sûriyeyê xurt bibe, hem jî Sûriyeya demokratîk ji aliyê siyasî, civakî û çandî ve bandoreke xurt Rojhilata Navîn bike. Pêwîste hemû gel, civak û hêzên siyasî yên li Sûriyeyê bi erk û berpirsyariya afirandina Sûriyeyeke bi vî rengî rabin. Divê em êşên ku gelên Sûriyeyê di nava 6 salên dawî de kişandiye, bi afirandina Sûriyekeke demokratîk watedar bikin. Mafê hemû gelên Sûriyeyê ye ku li Sûriyeyeke demokratîk û azad bijîn. Em bawerin ku ruhê Reqayê wê Sûriyeyeke federal a demokratîk ava bike û ji ber hewldanên di vî warî de serketinê ji hemû gelan û hêzên siyasî yên li Sûriyeyê re dixwazin.”
ANF/BEHDÎNAN