Komîteya Karên Derve ya KCK’ê bi boneya qetilkirina nûçegihanê KNN’ê Şûkrî Zeynedîn peyamek weşand û diyar kir ku ev bûyereke li dijî demokrasî û welatparêziya Kurd e. 

Komîteya Karên Derve ya KCK’ê diyar kir ku qetilkirina rojnamevanan metirsiya li ser demokrasî û siyaseta Kurd zêde dike û got; “Qetilkirina rojnamegeran û destûrnedana karên xwe bi şêweyekî azad bimeşînin, li Başûrê Kurdistanê baweriya li hemberî otorîteya siyasî gihandiye asta ber bidawîbûnê. Her wiha negirtin û necezakirina kujeran jî rê li ber fikar û gumanên cidî vedike.” 

Komîteya Karên Derve ya KCK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Nûçegihanê KNN’ê Şûkrî Zeynedîn ku endamekî binirx ê malbata çapemeniya Kurd e, li herêma Badînan, ji aliyê hêzên tarî ve qetilkirina wî, me bi xemgîniyeke mezin bîhîst. Em vê şidetê ku ne tenê li hemberî xebatkarekî çapemeniyê ye, di heman demê de li dijî welatparêziya Kurd û demokrasiyê ye jî bi tundî şermezar dikin. Di serî de malbata wî ya binirx, ji xebatkarên KNN’ê û çapemeniya Kurd re sersaxiyê dixwazin.” 

Ne bûyera pêşî ye

KNK´ê bi bîr xist ku beriya demeke kurt, li heman herêmê nûçegihanê RojNews’ê Wedat Hisên Elî jî hatibû qetilkirin û got, “Ev êrîş nîşan didin ku li Başûrê Kurdistanê hêzên tarî yên ku xwe li çapemeniya azad û demokrasiyê nagirin, di nava hewldanên bêdengkirina çapemeniyê de ne. Çêbûna vê rewşê li Başûrê Kurdistanê ku di nava krîzên cidî yên siyasî û aborî de ye, rewşê hîn hesastir dike.”

 Baweriya bi otorîteya siyasî kêm dibe

Komîteya Karên Derve ya KCK’ê peydenekirin û hesabnexwestina ji kujerên nûçegihanê RojNews’ê Wedat Hisên Elî, wekî cesaret dana ji bo kirinên bi heman rengî nirxand û got, “Destûrnedana rojnameger hem karê xwe bi azadî bikin û qetilkirina wan li Başûrê Kurdistanê, weke ku baweriya li hemberî otorîteya siyasî ku her diçe kêm dibe, eşkerenekirin û cezanekirina kujeran rê li ber fikar û gumanên cidî vedike. Bi vê boneyê divê rayedarên asayîş û hikûmeta Başûrê Kurdistanê teqez berpirsên van kiryarên cinayetan bigirin û ji wan hesab bipirsin. Em li ser vê nêzikatî û fikira xwe careke din ji bo Şûkrî Zeynedîn ji Xwedê rehmetê, ji bo malbata wî ya rêzdar, heval û çapemeniya Kurd jî sersaxiyê dixwazin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN