HÊVÎ BARAN / ROJNEWS / QENDÎL
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) piştî barana dijwar û lehiya ku ziyaneke mezin gihandibû şêniyên Binarê Qendîlê, 200 hezar dolar alîkarî da Şaredariya Qendîlê da zirarên herêmê pêşwazî bike.
26’ê Cotmehê ji ber barana zêde li Binarî Qendîlê lehî rabûbû û li herêmê ziyanek çêbû. Ji ber lehiyê xetên cayranê qut bûbûn, pirên li ser rêyên gundan hilweşiyabûn û gelek xanî ruxiyabûn, rê xirab bûbûn.
Piştî lehiyê Şaredariya Binarê Qendîlê kampanyaya alikarî dabû destpêkirin û kampanya hîna jî didome. Di çarçoveya kampanyayê de ji gelek derdoran alîkarî tên komkirin û radestî şaredariyê tên kirin.
Bi vê mebestê KCK´ê jî, 200 hezar dolar bexş da Şaredariya Binarê Qendîlê da ku zirar û ziyana ku gihîştiye herêmê û şeniyên wê kêm jî be were pêşwazîkirin.
Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Mihemed Hesen malavahiya KCK’ê kir. Hevserok Mihemed di dawiyê de got, kampanya alikariyê hê jî didome û divê herkes kêm jî be alikariya xwe ji bo gel bike.