Koordînasyona Komelên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) di salvegera şehadeta Hisên Xizrî bi nasnav Hêmin Bêkes daxuyaniyekî ji bo raya giştî da û Hêmin Bêkes bi bîranî. 

Koordînasyona Komelên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) di salvgera şehadeta Hisên Xizir de sersaxi ji bo hemû  malbatên gelê Kurd xwest û wiha got; “Şehîd Hêmin Bêkes ciwanekî şoreşger bû û felsefeya Rêber Apo baş têgihiştibû.”

Di daxuyaniya KCR’ê de wiha tê gotin; Wek şoreşgerekê dixwest nava gel de xebat bike. Di nava dilê dijmin de ciwan bi rêxistin û hişyar dikir. Di dema girtîgehê de jî dijî rejîma Îranê berxwedan dikir. Dijmin ne karî berxwedana wî bişkêne û êrîşkirin ser û cezayê bidarvekirinê ji bo Heval Hêmin da.”

Daxuyaniya KCR’ê wiha berdewam dike; “Komara Îslamî ya Îran pêwîste bizane bi kuştin, darvekirin û girtîgehan nikare dawî li hêza berxwedanê bîne. Bi darvekirina her ciwanekî hezaran ciwanên din ji bo bicihkirina daxwazên wan rêya wan qehremanan de diçin. Ev rêya wan rêya ronahiyê ye û rê nadin ku ev rê bê tarîkirin.”

Di dawiya daxuyaniya Koordînasyona Komelên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) de wiha tê gotin; “Em wek Komelên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê carek din van kiryarên dijmirovahiyê yên komara rejîma Îranê şermezar dikin. Emê li ser rêya şehîdan berdewam bin û ji bo azadiya gelê xwe têkoşînê bikin. Pêwîste hemû ciwanên Kurd bi taybet ciwanên Rojhilatê Kurdistanê li gel hest û hizrê heval Hêmin da bijîn. Pêwîste rêya berxwedana heval Hêmin ji bo xwe bingeh bigrin û berxwedanê berdewam bikin. Di heman demê de rêya berxwedanê dikare me rizgar bike. Ji ber wê em daxwaz ji hemû ciwanan dikin ku di vê rêyê de xwe rêxistin bikin û di vê rewşê de hestiyar bin û rolê xwe bileyzin.”

Hisên Xizrî di roja 5’ê Çileya 2011’an de hat darvekirin. Her wiha di heman roj û sala beriya wê Fesîh Yasemî bi heman cezayî hat darvekirin. 


NAVENDA NÛÇEYAN