Komelên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li bajarê Qamişlo lidarxist.  Kongre weke ya "veguhertinê" tê binavkirin û wê di encama kongreyê de rêziknameya KCRK û ala tevgerê were guhertin.
2'yemîn Kongreya Asayî ya Tevgera Ciwanên Rojavayê Kurdistanê li Salona Dawetê ya Qamişlo bi beşdariya sedan kesan doh dest pê kir. Li salona kongreyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dogan, M. Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yılmaz, Alî Çîçek, ciwanên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û alên Komalên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) hatin daliqandin.
Li salonê her wiha pankartên wekî, "Ciwanên rêxistinkirî mîsogeriya xweseriya demokratîk in", "Parastina me hebûna me ye", "Jinên ciwan mîsogeriya civaka azad in", "Bi pêşengiya ciwanan serkeftin mîsoger e" hatin daliqandin. Ji bilî delegeyên kongreyê, Rêvebera TEV-DEM'ê û Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, endamên Yekîtiya Star jî beşdarî kongreyê bûn.
Kongreya ku ji bo bîranîna endamê KCRK'ê Çekdar Amed ê ku di 3'yê Tîrmeha sala 2012'an de di encama êrîşekê de jiyana xwe ji dest da tê lidarxistin û wekî kongreya veguhertinê hate binavkirin.

´Em şoreş bi xwe ne´

Piştî rêzgirtinê, Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed axaftina destpêkê ya kongreyê kir. Îlham Ehmed, destnîşan kir ku ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve ciwanan rolek pêşeng lîstiye û ev kongre jî encama xebatên giranbuha ye. Ehmed, anî ziman ku di vê pêvajoya dîrokî de li hemberî tevgera wan êrîş pêk tên û wiha dom kir: "Ev dem hertim çênabin. Loma divê em bi xebat û rêxistinbûneke zanist şoreşa xwe biser bixin. Heke em biser nekevin, wê dîrok me ji me hesabê bipirse. Em perçeyek şoreşê nîn in, em şoreş bi xwe ne"

Beyî Kurdan çareserî nabe

Ehmed, diyar kir ku li Suriyeyê şoreş veguheriye şerê navxweyî, lê kurdan bi siyasetek aqilane herêmên xwe bidest xistine û pêvajo veguherandine bihara xwe, lewre jî dibin pêşengên bihara gelan. Îlham Ehmed, diyarkir ku li hemberî wan êrîş pêk tên, lê kurd tu caran nehatine lîstikan û xapandin, hertim ber bi azadiyê ve diçin. Ehmed, bal kişand ser bandora Rêberê Gelê Kurd Ocalan a li ser Rojavayê Kurdistanê û weha got: "Lê Birêz Ocalan berê gotibû ku divê kurd li Suriyeyê bêalî bin û siyaseta xwe bimeşînin. Kurd niha li ser vê perspektîfê xweseriya demokratîk ava dikin. Hêzên derve jî êdî dizanin ku bêyî Kurdan çareserî nabe."

Banga rêxistinbûnê

 Ehmed, anî ziman ku hedefa wan avakirina konfederalîzma demokratîk e, xweseriya demokratîk jî, pêngavek ji bo vê ye û got ji ber van sedeman divê bi hesasî bê tevgerîn.
Ehmed diyar kir ku hêza avakirina vê sîstemê jî jin û ciwan in û wiha dewam kir: "Divê ciwan vê yekê zanibin û zîhniyeta paşverû biterikînin. Xwe veguherînin, ji ber ku yên hêza civakê birêxistin dike û di parêze ciwan in. Divê tu ciwan bêrêxistinkirî nemîne.

Kongreya veguherîne
Piştî axaftina vekirinê, dîwana kongreyê hate hilbijartin û ji bo bîranîna endamê KCRK'ê Çekdar Amed sînevîzyonek hate nîşandan.
Di kongreyê xebatên dema borî hatin nirxandin û beşdarên der barê xebat û plansaziya dema pêş de nêrînên xwe anîn ziman.Tevgera ciwanan ku kongreya xwe ya yekemîn di 30'ê Hezîrana sala 2011'an lidar xistibû, wê di vê kongreya xwe de guhertinên girîng jî pêk bînin. Di vê çarçoveyê de navê tevgera ciwanan, rêzname û ala wê ji nû ve bêne diyarkrin. Her wiha wê ji bo dema pêş jî, li ser mijarên wekî, "Xebatên bîrdozî, rêxistinî, siyasî, civakî, jinên ciwan, xwendekaran" biryarên girîng bêne girtin. 

ANF/QAMIŞLO