Înîsiyatîfek alîkariyê berhev dike ji bo alîkariya huqûqî bi malbata Amed Ehmed ê ji Efrînê re. Lewma tenê bi alîkariyeke bi vî rengî malbat wê karibe berpirsiyaran bide dadgehkirin û karibe delîl û belgeyên lêpirsînên elaqedarî mirina kurê xwe di hepsa Kleve de bibîne. Amed Ehmed ê ji Efrînê li hepsa bajarê Kleve, bi neheqî û bîlasedem 2 mehan hepsî mabû û di dawiya van du mehan de 17 Îlona 2018´an di encama şewatekê de jiyana xwe ji dest dabû. Di encama lêkolînan de derketibû holê ku Amed Ehmed bi neheqî girtî bûye. Polîs bi awayekî hîna dozger jî bi ser ve nebûya ka çima, rijd li ser ya xwe maye û agahiyên pêwîst nedane meqamên polîs û dozgeriyê yên li Hamburgê. Piştre jî skandala şewatê derket holê: Piştî şewatê bi du hefteyan hîna nû pispor hatin û li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Îdîaya rêveberiya hepsê ew e ku ji cixareya Amed Ehmed şewat çêbûye! Lê ti delîlê wê muhtemelen piştî ku lêkolîn evqasî bi derengî hat xistin wê nebin, heger hinan bi zanîn bi madeyên weke tîner, mazot yan jî benzînêagir bi hucreya Amed xistibe, êdî îmkana peydekirina delîlan nemaye. Di dozeke evqasî zehmet de ku bavê Amed, Melek Zahir Ehmed bi T-Shirtê li ser nvîsandî dipirsî “Qatilê kurê min kî ye?” komek alakgerên hiqûqî biryar da ku li cem malbatê cihê xwe bigire da ku berpirsiyar bên peydekirin, dadgehkirin û cezakirin. Ji bo dîtina belgeyan doz divê vebe Lewma malbat dikare belgeyên di dosyayê de bibîne, heger bi xwe dozê li berpirsiyaran veke. Ev jî mesrefeke zêde ye ku malbata ku penaber e nikare xwe bide ber. Koma ku ji komeleya ISD-Bund e.V, Antirassistisches Bündnis “Tribunal NSU-Komplex auflösen” û Haus der Begegnung - Beth HaMifgash e.V. ya li Kleve pêk tê, kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Di metna kampanyaya xwe de ev kom dibêje, “Em weke komele û înîsiyatîfan, dixwazin destekê bidin doza wê (malbatê) û refaqeteke heyatî ya lêpirsînan. Ji ber vê jî banga alîkariya madî û bexşan dikin. Em dixwazin foneke alîkariya huqûqî ya 10 hezar euroyî pêk bînin da ku mesrefên parêzeran ên ku wê li malbatê bibin bar, werin dayîn û malbat karibe belgeyên pisporên serbixwe jî karibe bidin çêkirin. Wekî din tevahiya mesrefên malbat yên rê yên ji ber çûna dadgeh û dozger û meqamên mayî jî wê ji vê fonê bên dayîn. wekî din pere heger bimînin wê ji bo karê dozê yê malkirina li raya giştî bê bikaranîn.” Banga kampanyayê wiha bi dawî dibe: “Em li pişt bavê Amed in, dema ku ew dipirse ka qatilê kurê wî kî ye. Ji bo ku doz bê kêmasî bê rohnîkirin, pereyan niha bibexşîne!” Li gorî ku halê hazir li ser malpera alîkariyê xuya dike 1631 euro pere li ser hesabê kampanyayê hatiye berhevkirin. Kesên dixwazin dikarin di ser malpera https://www.gofundme.com/ li “Amad Ahmad” bigerin, hersin ser rûpela kampanyayê û pereyan bibexşînin. FRANKFURT