Feraset, navgîn û zimanê siyasetê diguhere. Belkî heta îro Kurd bi hêza xwe ya fîzîkî li pêş bûn. Lê wer xwuya ye ku ji îro şûnde hêza fikir û zanebûnê jî qasî ya fîzîkî wê derkeve pêş. Ziman nermtir be jî fikir wê ji her demê tûjtir be. Êdî li hinda siyaset û dîplomasiyê, hewldanên çandî, hunerî, sportîf û aborî jî wê jiyanê bixemilînin. Ev hewldan çiqas bi rengê Kurdî bin û pê re asîmîlasyon çiqas bêtesîr were hiştin, sibêroja Kurdan jî wê ewqas zindî, rengîn, çalak û afirîner be.

***
Bi pêşketina pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk re liv û tevgerîbûneke Kurdan a berbiçav xwuya ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê hemû rêxistinên di bin siya tevgera Kurd di nava hewldaneke berbiçav de ne. Mijar aştî ye û navgînên aştiyê jî helbet siyaset û dîplomasî ye. Lê ev xebat piranî ji bo rewakirina têkoşînê û bêtesîrhiştina astengên ji ber siyaseta hêzên derveyî pêk hatine ye. Her çiqas hewldanên biqîmet bin jî, lê ev yek ji bo avakirina azadiya civakî ne pêngava sereke ye. Eger civak bi xwe ne xwedî hêzeke rêxistinî be, dîplomasî jî wê bêtesîr bimîne. Bandora hewldanên dîplomatîk bi hêza rêxistinî ya civakî re rasterast girêdayî ye. Yanî him karê dîplomasiyê him jî yê rêxistinîbûnê yê mîna pêşxistina rêveberiyên herêmî, avakirina meclîsên gel û saziyên aborî û hwd divê bi hev re werin meşandin...
***
Bi têkoşîna hevdem a di sih salên vê dawiyê de re ji xwe Kurd bûn xelkekî polîtîk. Ji zarokan bigire heta kal û pîran polîtîkbûneke ku di tu xelkên din de tune ye, bi pêşketiye. Mirov dikane Kurdan mîna xelkekî reaksiyoner ê polîtîk jî nîşan bide. Heta îro ev taybetmendî ji bo xwedîderketina siberojê û xwestekên nasnameyî û azadiyê belkî têrê dikir; lê ji îro şûnde ev bi serê xwe bes nîne!
Bi berteknîşandanê belkî tiştek bê xerakirin, belkî êrîşek bêtêsîr were hiştin, lê pê tiştek nayê avakirin.
Berteknîşandan metodê bersivdayînê ye; lê ne yê avakirinê ye...
Him berteknîşandan, him xweparastin him jî avakirin, sazîbûn û birêxistinkirina jiyanê ji îro şûnde wê wek karekî tekane were meşandin.
Rêxistinkirina jiyanê jî divê bi rengên xweser û kurdewarî be. Ji bajaran heta gundan sazkirina dibistanan divê. Ji bo pergaleke komînal bi pêşxistina feraseta piştgiriya civakî divê.
Wek tê zanîn; di têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê de dengê jinên Kurd êdî gihîştiye seranserê cîhanê. Ji îro şunde jî jin wê him ji bo wekheviya civakî him jî avakirina sibêrojeke azad di her warê jiyanê de divê bi rengê xwe cih bigire û pêşengiyê ji civakê re bike...
Herwiha ciwanên Kurd jî divê dînamîzma xwe bixin bin xizmeta xebatên civakî.
***
Jiyana civakî tu valahiyê qebûl nake; bi feraseta kîjan siyasetê were dagirtin, sibêroja wî xelkî jî wê di bin tesîra wê siyasetê de şekil bigire. Hikûmeta Tirk hên jî dest ji polîtîkayên asîmîlekirina Kurdan bernedaye. Li hinda hemû sazî û rêxistinên dewletê, AKP roj bi roj hewldide ku jiyana Kurdan tevahî bi feraseta xwe ya Tirkparêziyê ya bi uslûbekî îslamî tê pêşkêşkirin, dabigire. Vê xebatê jî bi dibistanan, bi mizgeftan, bi saziyên sivîl, bi yên alîkarî û aboriyê dide meşandin. Niha şer jî sekiniye; ji bo pêşxistina polîtîkayên asîmîlasyonê rewşê ji bo xwe guncawtir dibîne.
Divê Kurd vê firsendê nedin wê...
***
Jiyan gorî feraseta serdest reng digire; xelk jî gorî wê bertekê nîşan dide, jiyan, ziman û uslûbê xwe gorî wê rast û dirûst dike.
Bi kurt û kurmancî; Kurd di vê pêvajoya aştiyê ya pirr nazik de divê pirr hişyar bin!
Divê ne li bendê bimînin, ne tenê bi berteknîşandanê xwe bixapînin, ne jî meydanê ji dewletên dagirker re vala bihêlin. Li her çar parçeyên Kurdistanê û di warê dîplomasiyê de, him xwe û destkeftiyan biparêzin, him jiyanê bi reng, kultur û nirxên xwe bixemilînin, him jî ji bo avakirina sibêroja xwe çalak, hilberîner, sazker û hişyar bin!...