Îdefîks platformeke ku pirtûkan di ser înternetê re difroşe. Wê di encama daneyên firotina 6 mehan de lîsteyek li ser bajarên ku herî zêde pirtûkan dixwînin û bajarên herî hindik dixwînin, amade kir. Xwîneran herî zêde roman û pirtûkên zarokan tercîh kirine.
Îdefîksê 15’emîn Fûara Pirtûkan a Sanal li dar xistibû û dûre lêkolîna xwe “Tirkiye çi dixwîne?” amade kir. Di lêkolînê de hejmara pirtûkên li bajaran hatine firotin, bi temamî pirtûkên firotine, serjimara bajaran û serjimara giştî dane ber xwe û li gorî wê lîste amade kirine.

Li gorî vê li Tirkiyeyê bajarên pirr dixwînin bi rêzê Enqere, Stenbolê, Eskîşehîr, Îzmîr, Dêrsim û Mugla ne. Ango bajarekî ji Bakurê Kurdistanê di navê de heye.

Bajarên herî kêm dixwînin jî li gorî heman lîsteyê bi rêzê Riha, Yozgat, Semsûr, Osmaniye û Meraş in. Ango di bajarên Bakurê Kurdistanê Riha û Semsûr di vê lîsteyê de cihê xwe digirin. 

Di lîsteyê de nivîskarên herî zêde pirtûkên wan hatine firotin jî cih girtine. Li gorî vê di rêza pêşî de Stefan Zweig cih girtiye. 


STENBOL