Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xwendekarên beşên Dîrok û Sosyolojî piştî bawernameyên xwe wergirtin.

Li Akademiya Mezopotamiya ya Zanistên Civakî dewreya 3’yemîn a xwendekarên beşên Dîrok û Sosyolojiyê bi dawî bû. 35v xwendekar tevlî her dewreya ku salekê dom kir bûbûn. Dewreya sêyemîn bi şahiyekî bi dawî bû.

Xwendekar û malbatên wan, xwendekarên Zanîngeha Rojava û nûnerên saziyên sivîl ên bajarê Qamişlo û rêveberiya xweser di şahiyê de amade bûn.

Di şahiyê de jî şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Mizgîn Ehmed, Hevseroka Desteya Perwerdeyê Semîra Elî û Rêvebera Akademiyê Rojda Firat axivîn û bidawîkirina dewreyê li xwendekaran pîroz kirin.


Mamoste Hisên Şawîş jî bi bîr anîn

Her wiha di şahiyê de ji bo bîranîna têkoşer û mamoste Hisên Şawîş (Herekol), hin nivîsên wî yên derbarê têkoşîn û şoreşgertiyê de hatin xwendin.

Piştre jî xwendekarên beşa Siyaseta Demokratîk ên akademiyê şanoyek li ser desthildariya rejîma Baas û bêmafhiştina xwendekarên Kurd di dibistanan de, pêşkêş kirin.

Di dawiyê de jî mamosteyên akademiyê derketin ser dikê, yek bi yek gazî xwendekarên xwe kirin û bawername li wan belav kirin. 


QAMIŞLO