Ligel jin bi pereyeke gelek kêm dixebitin bê ewlehiya kar a civakî dixebitin. Jinên ku rojê 9 saetan di bin tîrêjê rojê de dimînin, her çend serê xwe bi pûşî û laçikan biparêzin jî dîsa ji ber demek dirêj di bin tîrêjên rojê de dimînin rastî neşxweşiya tansiyonê ya kronîk tên. Jinên ji bo debara malbatê dixebitin rastî zahmetiyên gelek mezin tên.

Hem li zeviyan hem li malê dixebitin
Jina bi navê Çecan Gokan a ku di zeviyan de dixebite, diyar kir ku ji ber hevserê wê di kareke mayînde de naxebite lêhatineke wan a rêk û pêk tuneye û ji bo tevkariyê bide aboriya malê li zeviyan dixebite. Gokan, anî ziman ku serê sibê seat di 7.30'an de dest bi kar dike û saet di 17.00'an de karê wan diqete. Gokan, da zanîn ku di nava 9 saetên li zeviyan dixebitin tenê saetekê bêhna xwe didin. Gokan, bilêv kir ku li hemberî keda 9 saetan a li zeviyan didin 30 TL. pere digirin û ji vî pereyî 3 TL. didin kesê serhoste. Gokan, destnîşan kir ku hewcehiyên wan ên weke xwarin û av jî ji aliyê xwediyê zeviyê ve nayên dîtin û xwarin û ava xwe ji malê dibin. Gokan, diyar kir ku karên zeviyê gelek zor in û ji ber vê yekê gelek diwestin. Gokan, anî ziman ku piştî êvarê ji zeviyan diçin malê, karên malê dikin gelek diwestin. Gokan, da zanîn ku li malê ji karinê çêdikin, berê xwe didin zarokan, cilan dişopn û gelek karên din didin.

Ewlehiya civakî tune ye
Gokan, bilêv kir ku jin gelek pirsgirêkan dijîn û ji ber vê yekê divê şertên wan ên kar bên başkirin û wiha got: "Em dixwazin weke hemû kesî bi rehetî bixebitin. Divê jin ji zeviyan bên xelaskirin û li balê rehat bin. Ji ber rewaş hewayî gelek germ e û demeke dirêj em di bin rojê de bînin nexweşiyên weke tansiyona kronîk derdikevin." Gokan, destnîşan kir ku ji ber bêderfetiyan zarokên xwe nikarin bidin xwendin û zarokên wan ên jin jî li zeviyan dixebitin û wiha axivî: "Lê ez dixwazim zarokên min bixwînin. Xwedî karê bin û pêşeroja xwe bi ewlehî çêbikin. Bila weke me li zeviyan perîşan nebin. 25 salin ez li zeviyan dixebitim lê tu ewlehiya min a kar tuneye. Heke ez di kareke bi sîgorteyî de xebitîbam ez niha teqawî bibûm."
Jina bi navê Reyhan Soysal jî diyar kir ku 30 sale karên zeviyan dike û karê zeviyan gelek zor e û wiha got: "Heke em nexebitin em dê biçî bimînin. Em debara xwe bi pereyê bi vî karî qezenc dikin, dikin."

DÎHA/ÎZMÎR