Keda jinan ji aliyê cotkar û xwediyênzeviyan de têne xwarin.  Ji ber ku îsl barîna baranê kêm bû, zeviyên hin cotkaran ne pir baş bû, li ser vê yekê cotkaran biryar dan ku paleya xwe bi destan bikin, li ber rojê kom bikin û piştre bidêrin. Cotkarên behsa mijarê jinan di karê xwe de bikartînin. Bi vê yekê jinên ji gundên herêma Qamişlo yên ji pêkhateyên ereb di palê de dixebtin. Jin saet di 07'00'an de dest bi kar dikin û hate saet 13.00'an bê navber dixebitin. Jin di nava van saetan de rojê tenê 350 lîreyên Sûriyê destine. Deebarê xebatên wan de jina bi navê Kefai Heyder a 20 salî destnîşan kir ku ew ji 13 saliya xwe de ji neçarî û xizanî di zeviyan de kar dike. Kefai, dibêje ku ji ber rewşa malbatê kir ku dest ji xwendina xwe berde û demên kar di zeviyan de hebe kar bike da ku alîkariya malbata xwe bike. Ji bilî Kefai bi dehan jinên ji pêkhateyên ereb ên ji taxa Tey a Qamişlo ji saetên sibê berê xwe didin zeviyan û bi buhayên di zeviyan de kar dikin. Jin di zeviyên nîsk, kemûn, kizbera û herwekî din de kar dikin, piraniya karê zeviyan jin dikin. Jinên behsa mijarê bi pereyên pir kêm kar dikin. 

QAMIŞLO