
Bi Kurdê ji Kirşehîrê Hesen û Ferzende ji Qersê, gurûbê ewil ava dike: “Şemî û yekşeman kurd li me kom dibûn, me behsa welat û dinyayê dikir. Me di nav van têkiliyan de dora xwe fireh kir.” dibêje di hevpeyvîna min û xwe de ji sala 2003 an de.
Xalê Elî bi karekter û xwezaya xwe mirovekî çalak e, di cihê xwe de nasekine, çavên wî tim li yeke pêşketîtir û bisrûbertir e, qirika wî bi ya bidestketî hilnaye û bi gurûbê xwe û alîkariya hevaltiyên çêkirine dibe endamê Komela Munixê. Komele di dest CHPyîyan de ye û Xalo bi biryar e wê komelê ji destên wan derxe, sal 1974 e:
“Li Munixê Komeleyek Tirkan hebû, ez diçûm û dihatim vê komelê, min li wur Kurd nas kirin. Komele li CHP nêzîk bû. Ez bûm endamê wê û me dest pêkir em hêdî hêdî kurdan organîze bikin. Di nav min û Ali Bingol de ji Varto hevaltiya çêbû bi pêşket, vê bala serokê Komelê dikşand. Cardî di nav vê komelê de Dr. Ethem Efe hebû nêzîkî Devsolê bû, me pê re têkilî çêkir û bi alîkariya wî me Komela di destên CHP de ji destê wan derxist. min 25-30 kurdên Kirşehirê û Mûşê kirin endam. Me Dr. Ethem Efe kir serokê komelê û ez jî bûm cêgirê wî.”
Naskirina PKK’ê
Xalo di vê navê de Komkarê jî nas dike, hinek caran riya wî bi wur jî dikeve, belê ev dirêj nake di çûn û hatina welêt de têkiliya wî bi hevalên PKK re çêdibe û navên Akif Yilmaz û Mahir Can ji van hevalan du nav in ku Xalo wan binav dike.
Xalo sala 1981 ê diçe Ingolstadê, Komelek ji yên ewil li vî bajarî ye. Li wir malên Nisêbîniyan hebûn û min bi navên Skender, Behcet û Nezîr çend kesên din naskirin. Komele nêzîkî PKK bû.
Sala piştre ango 1982’an dibe berpirsiyarê Ingolstadê. Heman salê çend kesên nû nas dike ku hinek ji wan jî kadro ne wek Mehmet Onenê 1985’an li Puturgê şehîd dikeve, Ayhanê ji Islahiye û Ibrehim Parlakê ku piştre rûdine.
Li erk û berpirsiyariyên Xalo yeke nû jî zêde dibe ku ev jî kovara Serxwebûn û belakirina wê ye û pêre qonaxa perwerdeyên îdeolojîk ku piştre dibe yek ji çalakiyên bingehîn dest pê dike. Em ji agehdariyên Xalo serwext dibin ku kesên sala 1984 an perwerdeya îdeolojîk didan kesê bi navê Ayhan û Şehîd Mehmedê Adiyemanî ne. Di heman perwerda sala 1984 an de Xalo Huseyin Çelebî jî nas dike. Perwerde dirêj e ne di bin du mehan re ye. Xalo digere, sala 1985 an ew êdî li bajarê Duisburgê berpirsiyar e.
Xalo ji me re behsa şeva Kolnê dike ku sala 1984 an bûye. Di wê şevê de gelekî dirêj cara ewil ewqasî dirêj siloganê ‘Bijî Serok Apo’ tê avêtin û dibêje “Tu caran me nedît ewçendî ev silogan wuha bi dengê helî berz û li pey hev ne carekê belê bi dehan cara û wuha dirêj bê avêtin.”
Di jiyana Xalo Elî de sala 1985 an ne bi tenê ji awura siyasî û firehbûna qada berpirsiyariyê zîvronekek e belê herwiha ji awireke din jî girîng e ji ber ku dewlet dest datîne ser peseporta wî ku ev jî dibe sala bidawîbûna çûna Turkiye jî
Ew ji vê re amade ye, zû ya dereng dizane ku wê dewlet vê bike û ew jî amade ye ji vê re, bi gotina wî ;”kesê ji hesin bitirse li tirênê siwar nabe”. Destdanîna ser peseportê bandêr û encama dewlet li bende nake,nade, bervaja ew dibe kadroyekî profesyonel, welatê xebatê dughere û erk û berpirsiyariya nû li welatê Holenda ye.
Sala 1986 an ew bi navê delegasyona Holenda dikeve Konferansa Ewropa, ya ku li nêzîkî bajarê Gelsenkirchenê li dar dikeve. Xalo di Konferansa bi dû vê de ku dibe konferansa III. jî beşdar dibe. Ev konferans sala 87 an li Marsilya li şatoyeke feodalên Cezayirê li dar ket. Ev konferans bi piştgiriya kooperatîfan hatibûn li dar xistin, konferansê 21 rojekê dewam kir.
Li gora erkdiyarkirina nû cihê Xalo Elî yê xebatê yê vê carê jî bajarê Nurnbergê ye ku li vir lingên xwe avêtibû nav siyasetê.
Sala 1988’an Xalo wê vegere welat: “ Hevalê Duran gelek kitêb dan min, ez çar rojan ketim odeyekê û bi şev û roj min xwend. Bi tewlak di binê çermê wê de 5 serxwebûn û di binê çente de jî hejmarek kovar min berê xwe da welat.”
Vegera welêt û xebat
Xalo Elî diçe Amed, Eskîşehîrê, qewîtiyên rêxistinê tîne cîh. 1988’an wek berpirsiyarê Çukurova kar dike. Li Mersînê, Entabê û Edenê dixebite, hevalên mîna Behzad Mistefa Zeydan Yucel û Îrfan Yildirim, Gurbet Elî Ersoz nas dike; “Me û Gurbet Ersoz jî hev naskir. Gurbet di bîranînên xwe de behsa hevnaskirina me dike.”
Xalo heman salê li Dîlokê tê girtin, 15 salan ceza didinê û davêjin zîndana Meletya. Piştî sê salan, sala 1991 ê ji zîndanê derdikeve û demekê jî di nav HEPê de kar dike. Piştre bi 24 hevalan re di ser Suruc-Kobanê re dadikeve binxetê û ji wur jî diçe Akademiya Mehsûm Korkmaz. Êdî sal 1992 û roj jî 25 ê Nîsanê ye. Heman salê Xalo cara duhem derdikeve Ewrpa û di ser Ewropa re xwe berdide Stenbolê û herdû salên nav 1992-1994 an li Stenbolê ye. Girtin çêdibin û Xalo cardî derdikeve derveyî welat û Tirkiye û xwe dighîne Romanya. Li dora 10 mehan li Balkanan di nav Rûsya, Romanya, Moldaviya û welatên din de diçe û tê dixebite û dema PKDW çêdibe dibe endam.
Sala 96 an tê Almanya, temenê mayî jî di nav xebatê de, li welatên cihê bi erk û berpirsiyariyên corecor derbas dike û heta nefesa dawî ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê, rûmet û wekheviyê lingên xwe nexistin bin xwe û şev û rojên xwe kirin yek.
Cihê wî buhuşt be û bila serê malbata wî û gelê me saxbe.
MÎRHEM YÎGÎT