Reşîdê Kurd bi salan ji bo pêşxistina zimanê Kurdî di warê rêzimanê Kurdî de xebat meşandiye. Li gel xebata rêzimanî ji bo wêjeya Kurdî jî ked daye û helbestkarekî giranbûha ye. Reşîdê Kurd di sala 1910’an de li gundê Rewşatê li navçeya Dêrika Mêrdînê tê dinê û di 20’ê Çileya sala 1968’an de diçe ber dilovaniya Xwedê.
Di rûpelên dîrokê de gelek navdarên Kurd ên ku ji bo zimanê Kurdî têkoşiyane û xebat kirine hene. Yek ji van navdaran jî Reşîdê Kurd e.



Ji girtîgehê direve

Reşîdê Kurd di sala 1910’an de li gundê Rewşatê li navçeya Dêrika Mêrdînê tê dinê. Ew xwendina xwe li Dêrika Mêrdînê û salekê jî li Konyayê temam dike. Wekî her Kurdekî welatperwer û bi rûmet ku ji bo nasname, çand û zimanê xwe têdikoşe. Piştî qetandina xwendina mamostetiyê ya sala 1930’î bi çend mehan ji ber xwedî li Kurdewariya xwe derdikeve tê girtin lê ew ji girtîgehê direve. Ew di 1940’î de derbasî Sûriyeyê dibe û piştî demekê li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê bi cîh dibe.
Reşîdê Kurd ji bo pêşxistina zimanê li gel xebata rêzimanî ji bo wêjeya Kurdî jî ked daye. Reşîdê Kurd helbestkarekî Kurd e lê belê ew bêhtir bi xebatên xwe yên rêzimanî li ser zimanê Kurdî tê naskirin.


‘Paşê bila mirin were’
Jiyana Reşîdê Kurd jî wekî her Kurdewarekî di nav siyaset, zor û zehmetî di nav zindan û sirgunkirinê de derbas dibe. Ji bo azadiya Kurdan têkoşînek mezin daye. Ew di sala 1949’an de bi nexweşiya kezebê dikeve û nexweşî her ku diçe xwe li wî dipêçe. Bi salan li hemberî vê nexweşiyê têdikoşe. Her tim dixwest ku li Kurdistaneke azad bijî û ji bo vê yekê jî li gel nexweş bû xebatên xwe dikir. Armanca wî rojekê vegere ser axa ku jê dayik bûye yanî vegere Dêrika Çiyayê Mazî. Lê belê ew mîrateya nexweşiyê wî dixe bin bandora xwe. Roj bi roj nexweşî lê giran dibe.
Reşîdê Kurd beriya ku jiyana xwe ji dest bide dibêje: “Pir kar û barên min hene ku ez bikim, min ew hê nebirine serî. Na gerek ez niha nemirim. Gerek ez vegerim baxçeyên Dêrikê, ku min ji mêj ve bêriya wan kirine, paşê bila mirin were”
Lê nekarî vegere û di 20’ê Çileya sala 1968’an de çû ber dilovaniya Xwedê.



’Pir kar û barên min hene’ 

Ev gotinên Reşîdê Kurd yên ku berî jiyana xwe ji des bide kirine, ne ji rêzê ne. Lewre armanca wî azadiya ziman û gelê Kurd bû li gel Kurdistaneke azad. Ji ber wê bû ku digot; ‘Pir kar û barên min hene’ Ev jî dide xuyakirin ku bê çiqasî bi xebatên Kurdewarî ve girêdayî ye.
Reşîdê Kurd ji bo rêzmanê Kurdî gelek xebatan dike û kedeke giranbûha dide. Her wiha wêjekar û helbestkarekî hêja bû. Reşîdê Kurd di helbestên xwe de, taybetmendiyên dengê birseran baş li hev aniye û bihîstiyariyeke nû aniye helbesta Kurdî. Reşîdê Kurd zêdetir bi pirtûka xwe ya helbestan a bi navê “Ez”  tê nasîn.
Yek ji helbestên Reşîdê Kurd ya ku navê wê li pirtûkê jî hatiye kirin ‘EZ’ e.



EZ


Bextiyarim, bextiyarim


Çunkî ez proleter im


Peyakî bênav û nîşan im


Ji wê ordiya canbêzar im


Di meydan azadî de


Rapêçayî, her li kar im


Heya sax bim ez giranbar im


Ji xweşiya jînê loma


Destşûştî, bêpişk û par im


Serxweş nabim bi şabaşan


Pesinkaran re neyar im


Ser danîn im ji pûta re


Pûtşikênkî çi dijwar im. 



ZEYNEL BULUT/AMED