Li Sêrtê Mehmet Alyat (Apê Sofî) yê 67 salî, 13 salin bi belavkariya rojnameya me û Gundemê hewl dide ku rastiyê bigîne gel û gel ji rastiyan agahdar bike. Altay, li gel îşkece, zext û gefan dîsa bê navber belavkariya rojnameyê berdewam dike û dibêje :“Ez bi belavkariya Welat û Gundemê rastiyê digînim welatiyan. Heta ku temenê min hebe û aştî pêk bê ez dê gel ji rastiyan agahdar bikim.“
Altay ku di nava gel de wekî Apê Sofî tê zanîn di 6 saliya xwe de bavê xwe winda kir û çû li cem bapîr û mamê xwe mezin bû. Altay, ji papîrê xwe fêrî birêxistinbûn û dîsîplînê dibe. Altay, ji bapirê xwe fêrî jiyan, hêz, dîsîplîn û xwebirêvebirinê dibe. Altay, bapîrê xwe (kalikê xwe) di temenê wî yê 130 salî de winda dike. Altay, pişt re dizewice û dibe bavê 10 zarokan. Altay, ji ber ku li gund rastî îşkenceyê û gefan tê jî pergala cerdevaniyê qebûl nake û neçar dibe ku ji gundê Binewrê bar bike û koçberî navenda Sêrtê bike. Altay, di sala 1980’an de rastî gelek îşkenceyên dijwar tê û li kolanê tê binçavkirin. Altay, piştî tê binçavkirin 8 rojan di binçavan de rastî îşkenceya ceyranê tê. Altay dema serpêhatiyên xwe vedibêje dîsa ew roj tên bîrawî û pir xemgîn dibe. Altay, di sala 1985’an de diçe navçeya Ceyhana Edeneyê û xizmê xwe ziyaret dike. Dema diçe Seyhanê dîsa tê binçavkirn û dîsa 8 rojan rastî îşkenceya ceyranê tê. Her wiha rastî îşkenceya cop û daran tê.
Rastzî gefan hat
Altay, piştî hate Sêrtê û li vir bi cih û war bû jî dîsa her tim hate binçavkirin û gelek caran li gel gefan rastî îşkenceya giran hat. Altay, di jiyana xwe de ji ber şal û şapikê xwe jî rastî lêdan û îşkenceyê hat. Altay, ku ji biçûkantiya xwe de şal û yapik li xwe dike, li gel îşkenceyê giran jî dest ji vê canda xwe berneda û niha di lixwekirina şal û şapik de israr dike. Altay, li gel rastî gelek îşkenceyên giran, binçavkirin û gefan hat jî dîsa dest ji doza xwe berneda û 13 sal berê dest bi belavkariya rojnameya me û Gundemê kir. Mehmet Altay, Apê Sofî, li gel temenê xwe yê mezin û zextên giran dest ji çanda cil û bergê xwe berneda û dîsa li gel zext û gefên giran 13 salin hewl dide ku nûçe û agahiyên rast bi rêya Rojnameya me û Ozgur Gundemê bigîne gel. Mehmet Altay ku di nava gel de wekî „Apê Sofi“ tê naskirin diyar kir dike ku tu hêz nikare wî ji bîr û baweriya wî dûr bixe û ew bûye evîndarî vî karî. Apê Sofî da zanîn ku ew vî karî pîroz dibîne û heta ku temenê wî têrê bike û gelê Kurd azad bibe dê vî karê belavkariya çapemeniya azad bi serbilindî û rumetek mezin berdewam bike. Apê Sofî destnîşan kir ku gelek caran li malê jî rastî lêdanapolîsan hat û wiha got: „Heta temenê min têrê bike ez dê rastiyê bigînim gel. Ez gelek caran rastî lêdanê û gefan jî hatim lê ez dê dest ji vî karî bernedim. Ez carekê li hewşa mala xwe rastî lêdanê hatim û min çavê xwe li nexweşxaneyê vekir. Lê heta ku aştî pêk bê û temenê min têrê bike ez dê vî karî berdewam bikim.“
GULSEN ASLAN - DÎHA/SÊRT